Welatiyan bertek nîşanî zemê dan: Em nikarin heqê fatûreyên xwe bidin 2018-08-06 09:13:46 AMED - Welatiyên ku bertek nîşanî zemkirina ceryan û gaza xwezayî dan, destnîşan kirin ku êdî nikarin heqê fatûreyên xwe jî bidin.  Saziya Sererastkirina Piyaseya Enerjiyê (EPDK) û Şîrketa Anonîm a Veguhastina Xetên Boriyan û petrolê (BOTAŞ) di 1'ê Tebaxê de ceryan û gaza xwezayî zem kirin. Bi van zeman re zema xeryanê ji sedî bû 9.57 û ya gaza xwezayî jî bû ji sedî 9. Welatiyan bertek nîşanî vê yekê da û destnîşan kirin ku ji ber krîza aborî êdî nikarin heqê fatûreyên xwe jî bidin.    ‘KRÎZA ABORÎ ÊDÎ NAYÊ KONTROLKIRIN'    Welatiyê bi navê Vedat Balta bertek nîşanî zemên hatin kirin da û got: "Tenê ceryan û gaza xwezayê zem nexwarin, her tişt zem xwar." Balta bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê û diyar kir ku êdî îktîdar nikare krîza aborî kontrol bike û ji bo ser zemên tên kirin bigire bi rêya çapemeniyê vê yekê manîpule dike.    'ÊDÎ EM NIKARIN TÛP BIKIRIN'    Esnaf Îbrahîm Sûnay, destnîşan kir ku berê wî 300 lîre heqê fatûreya ceryanê dida niha 400 lîreyî dide û êdî hatine wê astê ku nikarin heqê fatûreyên xwe jî bidin. Sûnay got: "Êdî hew maye ku dikanê bigirim. Ceryan û gaza xwezayî zem xwarin. Li cihê kar hemû amûr bi ceryanê dixebitin. Niha di vê germê de eger klîmayê venekim, dê mişterî neyên. Jixwe mişterî kêm bûne. Ji ber vê êdî em nikarin heqê fatûreyên xwe jî bidin."    Xwendekarê zanîngehê Îdrîs Yetîştîren jî got: "Êdî em nikarin tûp jî bikirin." Yetîştîren bilêv kir ku bi zorê ew debara xwe dikin û got: "Îktîdara ku ji bo gel bikişîne hêla xwe di dema hilbijartinê de behsa zeman nedikir, lê piştî hilbijartinê dike. Bûrsa ku distînim têra min nake."    '30 SAL IN KARMEND IM LÊ NIKARIM DIRANÊ XWE ÇÊBIKIM'    Îdrîs Candan jî diyar kir ku ew bi zorê debara xwe dike û got: "Em van zeman qebûl nakin. Êdî debarkirin zehmet bûye. Jixwe kar û bar tune ye û pereyê ku dide 3 hezar lîre ye, lê mesref 6 hezar lîre ye. 30 sal in karmend im, hîn jî nikarim diranê xwe çêbikim." Candan, destnîşan kir ku meaşê ku distîne têra wî nake û got: "Meaş distînim, lê heta têm malê 2 hezar lîre deyndar im. Nikarim fatûreya xwe bidim. Nikarim deynê karta krediyê bidim."