ÎSÎG: Di OHAL’ê de cînayeta kar zêde bû 2018-07-28 13:42:28 STENBOL – ÎSÎG rapora cînayeta kar a du salên OHAL’ê aşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku cînayetên kar di serdema OHAL’ê de ji sedî 14 zêde bûye û di du salên dawî de herî kêm 3 hezarû 960 karker jiyana xwe ji dest dane.    Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), rapora cînayeta kar a serdema OHAL’ê ya di 21’ê Tîrmeha 2016’an de hat îlankirin û di 18’ê Tîrmeha 2018’an de hat rakirin aşkere kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku di cînayetên kar de ji sedî 14 zêde bûye û di du salên dawî de herî kêm 3 hezarû 960 karker jiyana xwe ji dest dane.