Qey li tevahiya Tirkiyê lêgerîna GBT'ê destpê kir? 2018-07-28 09:24:56 ENQERE - Karkerên li Enqerê Nexweşxaneya Etlîk Şehîr çêdikin polîs wan du roj ser hev di lêpirsîna GBT’ê re derbas kirin. Polîsên karkeran di lêpirsîna GBT’ê re derbas kirin ji karkeran re gotin “Lêpirsîna GBT’ê li yekserên Tirkiyê dest pê kiriye” û heta nava odeyên karkeran çûn û lêgerîn pêk anîn.     Polîs karkerên ku li Enqerê di şantiyeya  Nexweşxaneya Etlî Şehîr a ku didome de dixebitîn du raj ser hev di Lêgerîna Zanyariya Giştî (GBT) de derbaskir. Lêgerîn di seeta xwarina karkeran de pêk hat. lêgerîn heta odeya karkeran ên razanê pêk hat.    DI SEETA XWARINÊ DE LÊGERÎN    Kesek ji karkeran li ser mijarê agahî da. Karker got ku polîsên Enqerê roja 25-26’ê Tîrmehê hatin nava înşeatê û me hemû karkerên şantiyeyê di saeta xwarinê de di lêpirsîna GBT’ê de deras kirin.  Karkerê nexwest navê xwe bide diya kir ku polîs bi zane di saeta xwarinê de hat û lêgerîn kir. Ji ber lêgerînê gelek karker bê ku xwarin bixin careke din neçar man ku biçin ser kar. Polîsên hatin lêgerîna GBT’ê kirin ji karkeran re gotin ku “lêgerînên wisan li yekserê Tirkiyê dest pê kirine” û heta odeyên razanê yên karkeran çûn û lêgerîn kirin.  Serokê Sendîkaya Şoreşger a Karkerên Rê û înşaatê Ozgur Karabulut got ku bi van lêpirsîn û lêgerînên GBT’ê dixwazin çavên karkeran bitirsînin.   ‘LÊGERÎNA LI GOR BERJEWENDIYÊ PATRON’   Karabulut bal kişan ser dema lêgerîn û lêpirsîna bi GBT’ê û wiha pêde çû: “Polîs di lêgerîn û lêpirsîna GBT’ê ya li dijî karkeran de demê li gor berjewendiyê patron eyar kiriye. Di dema xwarina karkeran de çuye û lêgerîn kiriye. Ji xwe dema xwarina karkeran ne xema wan e. Lê hesabê kara mitehît pir bi baldarî hatiye kirin. Hatina polîsan ya li ser kar ji bo karmend ne xeter e. Heta destê wî xurt dike. Lê ku nebe astengê dema xebatê. Polîs jî tam wisa kir. Di vir de jî dertê ku pergala nû ya Serokomariyê çewan li gor dewlemendan hatiye birêxistinkirin. "    MA / Selman Guzelyuz