Krîza aborî herî zêde li xizanan dixe 2018-07-26 11:59:42   AMED - Bondora krîza aborî ya li Tirkiyeyê tê jiyîn, her roja derbas dibe mezintir dibe. Welatî û dikandarên Amedê, êdî kar nakin û ji krîza heyî herî zêde welatiyan xizan bi bandor dibin.   Bandora krîza aborî ya berî hilbijartina 24’ê Hezîranê li Tirkiyeyê dest pê kir, her roja derbas  dibe mezintir dibe û bondarê li ser dikandar û welatiyan dike. Welatî û dikandarên herî zêde ji krîza aborî bi bandor dibin, bi bertekin. Dikandarên Amedê derbarê krîza aborî de axivîn û gotin herî zêde gelên xizan ji krîza aborî bi bandor dibin.   ‘ÊDÎ NE RÊYAN FABRÎQEYAN ÇÊBIKIN’   Veyesel Îşlek êdî loqenteyê de dixebite, diyar kir ku pereyê digire nîveka wî dide kirê, fatureyên ceyran, ava û gaza xwezayî û wiha axivî: “Kê dibe desthilatdara tenê rêyan çêdikin. Bila li şûna rêyan fabrîqeyan çêbikin. Ji ber ku mirov kar nabînin, dinava valetiyê dene.  Ji krîza aborî herî zêde xizan bi bandor dibin. Dewlemend jî her ku diçe dewlemend dibin.”    ‘TU QEZENCA MIN TUNEYE’   Welatî Recep Uçar (76) ê di sala 1993’yan de ji gundê Lîcok ê navçeya Lîcê ya Amedê, li navenda Amedê bi cih bû, anî ziman ku gundê  wan di salên 90’î de hatin şawitandin û wiha got: “Em neçar man ku bên Amedê. Ji gundê me gelek kes li metropolan bi cih bûn û dûre gelek mirov dîsan vegeriyan dundên xwe. Niha  li gund 120 malbat hene. Qezencek me tuneye û em di şertên zor û zehmet de debara xwe dikin.”    ‘PENÎR JI 10 LÎREYAN DERKET 20 LÎREYAN’   Îdrîs Çakil ê 20 salin dikandariyê dike jî, diyar kir ku penîrê sala bûrî bi 10 TL difirût, îsal bi 20 TL difiroşe û wiha  bilêv kir: “Penîr her ku diçe biha dibe. Dîsan dolar bilind dibe. Ji ber vê rewşa heyî êdî gel nikare zêde kirîn û firotinê bike.”    Ferît Îlgîn ê li bajarê zêringeriya dike jî, destnîşan kir ku enflasyon bilind bûye û wiha axivî: “Her ku diçe krîz mezin dibeç. Êdî em kar nakin. Ev bandora xwe li ser welatiyan jî dike. Hem welatî û hem jî dikandar mexdûrin.”   Ata Daşyurek jî, bal kişand ser krîza aborî û wiha got: “Ji ber lêçûnên şer krîza aborî mezintir dibe. Ji derveyî krîza aborî gelek krîzên din tên jiyîn. Îro li Tirkiyeyê gelek pirsgirêk hene. Lêçûna rê 1.5 TL bû, niha bûye 2 TL. Êdî em nikarin bi mûçeya asgarî em nikarin debara xwe bikin.”