'Di turîzmê de milyonek û 700 kes qaçax tên xebitandin’ 2018-07-26 09:05:11   ANTALYA – Serokê Şaxa Dev Turîzm-Îş’ê ya Antalyayê Mustafa Safvet Yahyaoglu bal kişand ser pirsgirêkên milyonek û 700 karkerên bêsîgorta û bêqeyd di sektora turîzmê de dixebitin û her çiqas ev karkerên di vê sektorê de dixebitin jî sîgortayên wan bên çêkirin jî lêdê ji Yasaya Sîgorta ya Bêkariyê sûd wernegirin.    Li gorî daneyên Sendîkaya Turîzm Îş’ê ya Şoreşger (Dev Turizm-İş) a girêdayî Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) li Antlayayê 600 hezar û li Tirkiyeyê jî 2 milyon û 560 kes di sektora turîzmê de dixebitin. Li gorî daneyên heman sendîkayê beşek mezin a van karkeran bêsîgorta û mîsoger dixebitin.  Serokê Şaxa Dev Turîzm-Îş’ê ya Antalyayê Mustafa Safvet Yahyaoglu behsa pirsgirêkên karkeran kir.    BÊSÎGORTA Û DERVEYÎ QEYDAN TÊN XEBITANDIN    Yahyaoglu anî ziman kul i gorî daneyên sendîkayê ji 2 milyon û 560 karkeran sigortaya 860 hezar karkeran heye û milyonek û 700 kes jî bêsîgorta û derveyî qeydan dixebitin. Yahyaoglu qada turîzmê wek sektora îstîkbal a Tirkiyeyê pênase kir û got: “Herî zêde qada ku dê ji yên bê kar re bibe qada xebatê turîzm e. Sektora herî hêsanî dikare çareseriyê ji bê kariyê bîne turîzm e. Turîzm bi xwe re 54 sektoran xwedî dike.”    ‘DI SEKTORA TURÎZMÊ DE KEDXWARÎ HEYE’    Yahyaoglu da zanîn ku li Tirkiyeyê welatek ji bo turîzmê girîng e û lê belê jêhatina turîzmê hemû ji acentayên turîzm û otelên mezin re diçe. Yahyaoglu destnîşan kir ku di bin navê stajiyê de keda xwendekaran tê xwarin û sektorek keda zarokan lê heye û berdêla kedê nadin karkeran. Yahyaoglu da zanîn ku otelên mezin jî di nav de sektora turîzmê karker di bin mûçeyê asgarî re û karkerên biyanî derveyî qeydan tên xebitandin û karker ji Yasaya Sîgorta ya Bêkariyê jî sûd nagirin. Yahyaoglu got ev yasa kêrî karsazan tê û divê şert û mercên xebatê yên karkeran bên başkirin.