Bîrlîk: Berpirsê vê komkujiyê hikumet e 2017-10-18 11:20:49   ŞIRNEX – Parlementera HDP’ê Leyla Bîrlîk bertek nîşanî daxuyaniyên “qaçax” ên rayedaran der barê kana komirê de da û got: “Di serdema qedexeya Şirnexê de em nikaribûn biketina kanê. Lê karker li wir dixebitin. Ji bo sûcê ji ser xwe biavêjin van daxuyaniyan didin.”    Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk bertek nîşanî daxuyaniyên Wezareta Enerjî û Walîtiya Şirnexê ya der barê hezana kana komirê ya li Şirnexê pêk hat da. Bîrlîk, nerazîbûn nîşanî her du daxuyaniyan da û got: “Ev ne qezayeke, ev cînayeta kar e. Her du daxuyanî jî bi boneya ser komkujiyê bê girtin hatin dayîn. Ji berpirsyariyê direvin.”    ‘RAYEDAR JI NEDÎTÎ VE TÊN’    Bîrlîk da zanîn ku qada ku hezan lê pêk hatiye di bin çavdêriya hêzên dewletê de ye û wiha got: “Em behsa cihek ku bi sedan karker lê dixebitin dikin. Belkî di fermiyetê de ruhsat tune be, lê bi awayekî fîlî amirê mulkî, dewlet û hikumetê li vir komirê hildeberînin. Baş tê zanîn ku ji vir komirê derdixin. Heke ku kan bêruhsat be çima rayedar ji nedîtî ve hatin.”    ‘XEMSARÎ HEYE’    Bîrlîk destnîşan kir ku piştî li Şirnexê “qedexeya derketina kolanan” hat îlankirin jî kanên komirê dixebitîn û wiha dewam kir: “Wê deme em nikaribûn biçûna herêma kanan. Lê karker wê deme dixebitin. Dixwazin sûcê ku kirine ji ser xwe biavêjin û bo vê yekê ev daxuyanî hatin dayîn. Li vir xemsarî heye.”    ‘MIROVAN MEHRÛMÎ KANÊN KOMIRÊ DIKIN’    Bîrlîk anî ziman ku li Şirnexê bûyerek herî biçûk jî “terorîze” dikin û mirov ji bo jiyana xwe ya aborî û civakî nikarin karek biçûk jî bikin. Bîrlîk diyar kir ku li Şirnexê polîtîkaya şer tê meşandin û ev tişt got: “Mirovan mahrûmî kanên komirê kirin. Ev komkujiyên li kanên komirê pêk tên encama sepandina polîtîkaya şer e. Heke li wê kanê tedbîr bihatana girtin, dê îro ev komkujî pêk nehata. Bi boneya îhmalên li kanên madenê bên lêkolînkirin, hemû teklîfên HDP’ê yên dibe parlamentoyê ji aliyê AKP’ê ve tên redkirin. Berpirsyarê vê komkujiyê hikumet e.”