Karkerên pêlavan heta mafê xwe bistînin dê têbikoşin 2017-10-17 09:34:16   ÎZMÎR - Berxwedana karkerên Siteya Pêlavan a Işikkentê yên di kargeriyên bê hewa de dixebitin, didome. Karkeran diyar kirin ku ji bo parastina keda xwe û mafê civakî dest ji kar berdan û heta mafê xwe bistînin dê têbikoşin.    Karkerên pêlavên çerm ên li Sîteya Pêlavan a Işikkenta Îzmirê kar dikirin, ji bo parastina mafê xwe di 20'ê Îlonê de dest ji kar berdabûn. Karkeran xwestibûn ku serê perçeyekî ji sedî 50 zem bê kirin û rê li pêş karkeriya zarokan bê girtin û mafê civakî bê parastin. Karkeran li Edene, Konya, Dîlok û Manîsayê dest ji kar berdabûn. Karkeran piştî dest bi çalakiyê kirin gelek daxwazen wan pêk hatin. Lê li Îzmirê çalakiya karkerên pelavan ên Sûriyeyî û Tirkiyeyî, patronên şîrketên pêlavan bêzar kirin. Ji ber çalakiyê karkerên Sûriyeyî rastî gefên "Sînor terk bikin" hatin. Karkeran diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk bên dê çalakiya xwe berdewam bikin.    DI KARGERIYÊN BÊ HEWA DE KAR DIKIN   Sîteya Pêlavan ji nêzî 5 hezar kargeriyên pêlavan pêk tê. Kargeriyên li vir, di şertên hewa girtî, kîmyewî û bê oksîjen de dixebitin. Karkerên ku tenduristiya wan di xetereyê de ne, her hinek karekî dikin. Hin ji wan çerm dibirin. Hin ji wan estar dibirin. Hin ji wan polî dikin, hin ji wan çermê hatiye birîn didirûn. Yek ji van kargeriyên pêlavan, kargeriya 30 metrekare ye. Li vir 2 jê zarok 10 karker dixebitin. Zarokên biçûk ên Sûriyeyî bi maqasan astarên pêlavan dibirin û bi teşe dikin. Oste jî li ser maşîneyên dirûnê çermê pêlavan didirûn. Karkerên din jî bi ballyê û madyeya benzol a kimyewî dizeliqînin. Ji ber bêhna ballyê nefese mirov diçike û mirov gêj dibe. Kesên ku yekem car diçin van kargeriyan, serê wan diêşe û gêj dibin. Li van kargeriyên ku oksîjen kêm e û dîwarên wan tev ji maddeyên kimyewî qirêj bûne li şûna tîrêjên rojê bi lambeyan tên ronîkirin. Li vê kargeriyê jî eywan bi 6 ampulan tê ronîkirin. Ji dengê maşîneyan û çakuçan, gumê mirov ker dibe. Her roj bi sedan rûyên pêlavên bên dirûtin li ser hev kom dibin û yek bi yek tên dirûn. Yek didirû, yek bi baly dizeliqîne. Karker li vir rojê 12 -14 saetan di bin hewa giran a kimyewî de kar dikin.    Karkerê rûyê pêlavan Alî Boyali, bal kişand ser zor û zahmetiya kar û got: "Ez kijan zor û zahmetiyê bêjim. Li vê dikanê her dem nexweşî heye. Ji ber ku hemû maddeyên kîmyewî û benzol e. Yên kedê didin em in, lê yên keda wan nayê dîtin dîsa em in. Em bi 3 tl dixebitin."  Pêlavan Tevfik Saraç jî anî ziman ku ji ber maddeyên kîmyewî nexweş dikevin û hucreyên wan tev dimirin.    6 SALIN BI HEMAN BUHAYÎ KAR DIKE   Karkerê Sûriyeyî Suphî El Cavis jî anî ziman ku 6 salin bi heman buhayî kar dike û heqê keda wî zêde nebûye û wiha got: "Karkerî û mala min bi kirê ye. Nanek bûye 1 lîra û 25 quriş. Patron Tirk in. dibêjin buha ev e hûn hez dikin kar bikin hez dikin kar nekin. Ji yên din re jî dibêjin hûn çê dikin çêkin, ger ku hûn çê nakin jî yên Sûriyeyî dê çêkin. Bi vî rengî heqê kedê erzan dikin. Karkeran li hemberî karkerên din wekî amûra gefan dixebitînin. Dema ku em dixwazin bi hevre bixebitin jî me bi dersînor tehdît dikin.    Karkere Sûriyeyî Muhammed El Bederati jî anî ziman ku tevî ku bi keda erzan dixebitin jî disa hêdî hêdî heqê wan erzan dikin.    MA / Ahmet Kanbal