Di 23 salan de 34 hezar cinayetên kar: Divê karker ji bo mafên xwe xwe birêxistin bikin 2024-09-10 10:27:37   STENBOL - Berpirsê Tenduristiya Kar û Ewlehiya Kar ê DÎSK'ê Tevfîk Guneş diyar kir ku di dema AKP'ê de nêzî 34 hezar karker jiyana xwe ji dest dane û got: "Çîna karkeran ji bo mafên xwe biparêze divê xwe birêxistin bike."    Ji ber qanûnên ku desthilatê li dijî çîna karkeran çêkiriye, nekontrolkirin, tevdîrên nayên girtin, zext û şert û mercên xebatê yên neewle cînayetên karî di salên dawî de gihaştiye asta herî bilind. Li gorî daneyên sala 2023'yan yên ofîsa statîstîkê ya fermî ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Eurostatê û Saziya Ewlehiya Civakî (SGK); Tirkiye di nava welatên herî zêde cinayetên karî lê diqewimin, di rêza yekemîn de ye.  ZÊDETIRÎ 32 CINAYETÊN KARÎ   Li gorî daneyên Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG); di du mehên dawîn ên sala 2002'yan de 146, di 2003'yan de 811, di 2004'an de 843, di 2005'an de hezar û 601, di 2007'an de hezar û 44, di 2008'an de 866, di 2009'an de hezar û 171, di 2010'an de hezar û 710, di 2011'an de hezar û 710, di 2012'an de 878, di 2013'an de hezar û 235, di 2014'an de hezar û 886, di 2015'an de hezar û 730, di 2016'an de hezar û 970, di 2017'an de 2 hezar û 6, di 2018'an de hezar û 923, di 2019'an de hezar û 736, di 2020'î de 2 hezar û 427, di 2021'ê de 2 hezar û 170, di 2022'yan de hezar û 843 û di 2023'yan de jî hezar û 932 cinayetên karî qewimîne.    Di meha Çile ya 2024'an de 161, di meha Sibatê de 149, di meha Adarê de 124, di meha Nîsanê de 165, di meha Gulanê de 142, di meha Hezîraê de 137, di meha Tîrmehê de 144 û di meha Tebaxê de jî 179 cinayetên karî ewimîne.      Berpirsê Tenduristî û Ewlehiya Kar a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Tevfîk Guneş, cînayetên karî nirxandin.   3 PÎVANÊN GIRÎNG   Guneş destnîşan kir ku di pratîka ewlehiya kar de sê pîvanên girîng hene û got ku asta rêxistinî ya çîna karkeran, pêkanînên heyî yên li kargehan û sererastkirinên navneteweyî yên krîterên navborî pêk tînin. Guneş got: "Mafên çîna karkeran û pêkanînên ewlehiya karî bi avaniya aborî ya welatekî ve girêdayî ne. Li Tirkiyeyê bi pêvajoya lihevkirina Yekîtiya Ewropayê re hewl hat dayîn hin rêzikname bên çêkirin. Di encama hevdîtinan de ku bi YE'yê re di sala 2004'an de hatin kirin, di warê tendurustî û ewlehiya karî de hin gav hatin avêtin. Lêbelê, pêdivî ye ku were pirsîn ka ev rêzikname heta çi radeyê hatine pêkanîn û di pratîkê de çiqas bandorker bûne."   ‘MESELEYELE POLÎTÎK E'   Guneş da zanîn ku ev rêzikname hem li qada navneteweyî hem jî li Tirkiyeyê kêm mane û got ku ewlehiya karkeran li Tirkiyeyê mijareke siyasî ye. Guneş got: “Tenduristî û ewlehiya karî ne tenê pirsgirêkeke teknîkî ye, berovajî vê pirsgirêkeke siyasî ye. Ji ber ku tendurustî û ewlehiya karî rasterast bi pêvajoyên hilberîna welatekî û şert û mercên xebata karkeran ve girêdayî ye. Hemû rêziknameyên ku di vî warî de tên çêkirin, li gorî pêvajoyên aborî û siyasî tên çêkirin. Ji ber vê yekê, gava mirov çareserkirina pirsgirêkên tenduristî û ewlehiya karî tenê bi awayekî teknîkî bifikire, wê mijar sûkî bimîne."    Guneş bi bîr xist ku Tirkiye di warê cînayetên karî de li Ewropayê di rêza yekemîn de ye û got ku di serdema AKP'ê de 34 hezar karkeran jiyana xwe ji dest dane. Guneş destnîşan kir ku sedemeke vê netevdîrgirtin û astengkirian rêxistinkirina karkeran.    TÊKOŞÎNA RÊXISTINKIRÎ   Guneş destnîşan kir ku divê çîna karkeran bi sendîkayan re rêxistinbûn û têkoşîneke xurt pêş bixe û ji bo vê bang li rêxistinên girseyî yên demokratîk jî kir. Guneş axaftina xwe wiha domand: "Di vê mijarê de divê siyasetek bê pêşxistin û bê pêkanîn. Ji bo têkoşîneke bi vî rengî divê niyetek cidî, helwesteke polîtîk hebe û proje bê afirandin. Divê sendîka, zanîngeh û rêxistinên girseyî yên demokratîk bi hev re di nava pergaleke xweser û demokratîk de tevbigerin. Pêşketina sîstematîk wê bi vî awayî pêş bikeve."    MA / Ferdî Bayram