Debara xwe bi keviran dike 2024-08-31 09:03:08 ÎDIR- Îsmaîl Bozkûrt ê ku kevirên li quntarên Gilîdaxê berhev dike û li navenda bajêr difiroşe, anî ziman ku pereyê bi dest wan dikeve ne beramberî wê tahba wan e.  Kevirên ji ber teqîna volkanîk li quntarên Çiyayê Gilîdaxê çêbûne, bûne çavkaniya debarê ya welatiyan. Welatî kevirên ku li vir kom dikin li navenda bajêr a Îdirê li bazara keviran difiroşin. Kevirên navborî ku ji bo bi hezaran kesî bûye çavkaniya debarê, berhevkirina wan pir zehmet e. Welatiyên ku serê sibehê keviran kom dikin, wan bi traktorê tînin navenda bajêr. Lê belê krîza aborî bandor li kevirfiroşan jî kiriye.    KRÎZÊ BANDOR LI KEVIRAN JÎ KIR   Îsmaîl Bozkûrt ê ku 20 sal in keviran berhev dike, anî ziman ku karê dikin karekî zehmet e. Bozkûrt diyar kir ku krîzê bandor li wan jî kiriye û got ku rojê hezar û 500 lîre heqdestê dike kesên li cem wî dixebitin, lê belê vî pereyî jî gava traktorek kevir bifiroşe bi des dixe.    Bozkûrt bilêv kir ku ji ber bihab»nê êdî nikarin karkeran jî bigirin û got: "Em çi bikin jî heqê keda me dernaxe. Karê me ne kêmî hemaltiyê ye."    Bozkûrt destnîşan kir ku bi van keviran debara malbata xwe dike û got: "Em 8 kes in û yê dixebite ez im. Ez rojê 300-400 lîreyî qezenc dikim. Wê têra kê bike. Gava em keviran bifiroşin rewş baş e, lê gava em nefirişin rewş nebaş e. Ger wiha biçe em ê ji birçîna bimirin."