Rewşa Bazara Gund ne baş e: Kes nikare tiştekî bikire 2024-08-27 10:12:13   AMED - Gundiyên ku li Bazara Gund a Erxeniyê berhemên xwe yên xwezayî difiroşin, lê heqê keda xwe bi dest naxin diyar kirin ku divê piştgirya çandinî û sewalvaniyê were kirin.   Welatiyên ku bi salan e ji gundan tên Bazara Gund a li Taxa Azîziye ya  Erxeniya Amedê, li vir berhemên xwe yên organîk difiroşin. Welatî şeveqê zû zebze, fêkî û mast û penêrê xwe tînin bazarê û li vir difiroşin. Lê belê ji ber krîza aborî welatî pir nikarin van berên organîk jî bistînin. Kesên berên xwe li bazaraê difiroşin anîn ziman ku ji ber enflasyona zêde heqê keda xwe bi dest naxin.    Riza Karadûman ê ku li bazarê pênêr difiroşe diyar kir ku berê gava penêr erzan bûye tiştek jê re dima, lê niha ji ber bihabûnê tiştek jê re namîne. Karadûman ziman ku kesên tên sûkê ji ber bûhabûna penêr an hindik dikirin an jî bêyî bikirin diçûn û wiha got: “Sedema bihabûnê zêdebûna enflasyonê ye. Berê me 5 kîlo penêr bi 500 TL'yî dikirî  bi 600 lîreyî difirot. Lê em ji şeveqê heya êvarê li vir in, em penêrê ku me bi 800 lîreyî kiriye, bi 850 lîreyî difiroşin. Sedema vê bihabûnê desthilat e. Desthilata heyî nikare welêt bi rê ve bibe."    ‘EZ BI ZIRARÊ DIFIROŞIM'   Cotkar Cûma Îzê ku îsot, bamiye û hejîrên difiroşe diyar kir ku heqê keda wan bi dest wan nakeve. Îz bilêv kir ku heqdesta wî jî bi dest wî nakeve û got ku ger wiha bidome wê dest ji cotkariyê berde. Îz got: “Ez serê sibê saet di 5'an de têm û heta saet 6'ê êvarî li vir im. Em 5 heval çûn me 4 torbe îsot berhev kir, ji bo em bifiroşin. Yanî tu vî 4 torbeyî bifiroşî jî hê hezar TL nake. Wê çawa heqdesta 5 kesan derkeve? Her tişt biha ye."    ‘ÇARE GUHERANDINA DESTHILATÊ YE'   Suleyman Ekinn jî da zanîn ku ew 15 sal in li bazarê penêr, rûnê nivîşk û toraqê difiroşe. Ekîn diyar kir ku îsal aborî pir xerab e û wiha got: “Ji ber buhayan ez nikarim 10 kîlo berhemên ku min par 100 kîlo difirot, bifiroşim. Mirov nikare berheman bikire. Kesên ku tên bazarê herî zêde 3 kîloyan difiroşim wan. Sedema vê desthilat e."   Abdullah Emre ê ku bi sewalvaniyê re mijûl dibe û berhemên şîrî û hejîran difiroşe, anî ziman ku aborî li gor par pir xirab e û her diçe xirabtir dibe. Emre got ku sedema vê desthilat e.    Mahmût Înat jî got: "Ên aboriyê xistine vî halî, ew kes ên ku me bi rê ve dibin bi xwe ne. Ji bo başbûna aboriyê divê enflasyon kêm bibe û hêza kirînê zêde bibe."