70 madenvanên çalakî kirine hatin binçavkirin 2024-08-27 09:47:16   MANÎSA - Li navçeya Somayê 70 madenvanên ji ber ji kar hatin dûrxistin çalakî li dar xistin. 70 madenvan jî hatin binçavkirin.    Li navçeya Somayê, Karkerên girêdayî Sendîkaya Karkerên Madenê ya Serbixwe (Bagimsiz Maden Îş) ên ji hêla fîrmaya FERNES Madenvaniyê, ji kar hatine dûrxistin, li pêşiya madenê çalakî li dar xistin. Cendirmeyan duh bi şev êrişî çalakiya ku xebatkar jî piştgiriyê dane, kirin. Tevî Serokê Giştî yê Maden Îşê û rêveberên sendîkayê, 70 madenvan hatin binçavkirin.    Maden Îş a Serbixwe bi ser hesaba xwe ya medya dîjîtal, têkildarî binçavkirinan daxuyanî da û wiha bang kir: “Yên ku hewce ye werin binçavkirin nayên binçavkirin, em tên binçavkirin. Sûcdar tim dibe karker, lê qet nabe karsaz. Tevî serokê me yê giştî Gokay Çakir, em 70 madenvan hatin binçavkirin. Em ê dîsa bên, em ê qet netirsin, em ê paş ve venekişin. Deng bidin, em bi hev re bi ser kevin.!”