TUÎK’ê daneyên hêza kar aşkere kirin: Hejmara bêkariyê 3 milyon û 156 hezar e 2024-08-19 14:25:06   ENQERE - Li gorî daneyên hêza kar ên TUÎK’ê yên di çaryeka yekem a salê de ragihand; bêkarî ji bo mêran ji sedî 7,3 û ji bo jinan jî ji sedî 11,7 hate tomarkirin.   Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (TUÎK) têkildarî çaryeka duyem a salê daneyên hêza kar ên fermî aşkare kirin. Li gorî encamên Lêkolîna Hêza Kar a Şêniyên Malê; Hejmara bêkarên 15 salî û jortir 23 hezar kes di çaryeka duyemîn a salê de li gorî daneyên beriya niha zêde bûn û gihaşt 3 mîlyon 156 hezar kesî.  Bêkarî ji bo mêran ji sedî 7,3 û ji bo jinan jî ji sedî 11,7 hate tomarkirin.    Di nifûsa ciwanan de ku koma 15-24 salî ye, rêjeya bêkariyê li gorî çaryeka bihurî bi zêdebûna 0,4 pûanî re ji sedî 16,3 bû. Rêjeya bêkariyê di vê koma temen de; Ji bo mêran ji sedî 13,7 û ji bo jinan jî ji sedî 21,5 hat texmînkirin.