Ji Şaredariya Amedê ji bo cotkarên ji şewatê bandor bûne piştgiriya tov 2024-08-15 12:44:58   AMED - Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê ji bo cotkarên ji şewata Çinarê zirar dîtine 50 ton piştgiriya tovê genim bide.    Di rûniştina sêyemîn a civîna asayî ya meha tebaxê de, Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo erdên çandiniyê yên ji ber şewata ku di 20'ê Hezîranê de li qadeke berfireh a di navbera Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê de derketibû û di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, biryara piştevaniyê girt.    Di civîna meha tîrmehê de, piştî ku pêşniyara der barê vejandina erdên çandiniyê yên ji ber şewatê zirar dîtibûn ji aliyê Meclîsê ve hat qebûlkirin, mijar derbasî Komîsyona Aboriya Herêmî hat kirin. Rapora ku komîsyonê amade kiribû pêşkêşî Meclîsê hat kirin û hat nirxandin. Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin, rapora 50 ton piştgiriya cotkaran, ji bo sererastkirina zeviyên çandiniyê yên ku ji ber şewata navçeya Çinarê zirar dîtine, bi yekdengî qebûl kir.    ‘EM Ê LI CEM GEL BIN’   Hevseroka Meclîsa Şaredariyê Emîne Akin diyar kir ku di şewata ku di 20'ê Hezîranê de di navbera navçeyên Çinar û Şemrexê de derketibû de ziyanên canî û madî çêbûn û diyar kir ku ew ê 50 ton desteka genim bidin cotkarên di şewatê de zirar dîtine. Akin bal kişand ku ev biryar di meclîsê de derbas bûye û destnîşan kir ku ew ê li cem gel bin.    'PIŞGIRÎ DÊ DI MEHA MIJDARÊ DE WERIN DAYÎN’   Serokê Daîreya Xizmetên Gundewarî Velat Ozer bi bîr xist ku di şewata ku qadeke berfireh girtiye de erdên çandiniyê zirar dîtine û wiha got: “Li gorî van tesbîtan me bi muxtaran re ji ber xisara çandiniyê lêkolîna fîzîbîlîteyê kir. Herwİha em ê di nîvê meha mijdarê de piştgiriya tovên genim ên pêwîst pêşkêşî hemwelatî û cotkarên xwe bikin.”