Li Colemêrgê di mehekê de 50 dikan hatin girtin 2024-08-14 09:21:27   COLEMÊRG - Serokê Yekitiya Dikandar û Sinhetkaran a Colemêrgê Mûharrem Tekîn, diyar ku di meha dawî de 50 dikandaran dikanên xw egirtine û got ku ger polîtîkayên qedexeker bidomin dê gelek dikandarên din jî dikanên xwe bigirin.    Li navenda Colemêrgê dikandar yeko yeko dikanên xwe digirin. Li gor daneyên Yekîtiya Dikandar û Sinhetkaran a Colemêrgê, li bajêr di sala 2023'yan de 261, di 6 mehên ewil ên sala 2024'an de jî 80 û di meha dawî de jî 50 dikandaran ji ber krîzê û qedexeyan top avêtine û dikanên xwe girtine.    Serokê Yekitiya Dikandar û Sinhetkaran a Colemêrgê Mûharrem Tekîn ragihand ku li bajêr ku potansiyela wê ya turîzmê heye, 3 deriyên sînor hene. Tekîn diyar kir ku tevî vê potansiyelê jî Colemêrg bajarê herî xizan ê welêt e. Tekîn bal kişand ser rêjeya betaliyê û got: "Çendî di warê turîzm û bazirganiyê de potansiyela Colemêrgê zêde ye û 3 deriyên sînor lê hene jî, ev heya niha nehatine bikaranîn."   BANDORA QEDEXEYAN   Tekîn da zanîn ku li Coelmrêgê 10 milyon pez û dewar dikarin bên xwedîkirin û got ku ji ber qedexekirina zozanan û nepaqijkirina mayinên li herêmê xw enegihandine vê potansiyelê. Tekîn anî ziman ku qedexe û teqandina madeyan nahêlin mirov sewalvaniyê bikin.    DI 7 MEHAN DE 130 DIKANDARAN DIKANÊN XWE GIRTIN   Tekîn destnîşan kir ku li bajêr herêma pîşesaziyê ya organîzeyê tune ye û ji ber nebûna hilberînê betalî zêde dibe. Tekîn da zanîn ku di 7 mehên dawî de li seranserê bajêr 130 dikandaran dikanên xwe girtine û got ku ev rewşeke pir xetere ye.    Tekîn bilêv kir ku li Tirkiyeyê polîtîkayeke aboriyê ya nediyar heye û got ku ev nediyarî nîşaneya bêîstiqrarê ye. Tekîn da zanîn ku dikandar ji ber vê polîtîkayê her roj bi maliyetên zêde re rû bi rû dimînin.    Tekîn xwest li Colemêrgê pêşiya bazirganiyê bê vekirin û got ku demildest divê her sê deriyên sînor ên li bajêr ji bo bazirganiya wesayîtan bê vekirin.