Waniyan bertek nîşanî krîzê da: Bila bes ji me re çîrokan bibêjin 2024-08-13 09:03:59   WAN - Waniyên ku ji ber rewşa aborî zor û zehmetiyê dikişînin, gotin: "Aboriya welêt her diçe xirabtir dibe. Êdî tu titş rast nabe, bila bes ji me re çîrokan bibêjin."    Krîza aborî ya her diçe kûrtir dibe, kiriye ku welatî serî rakin. Welatî û dikandarên ji ber krîzê zehmetiyê dikişînin, êdî hatine wê astê ku nikarin lazmatiyên xwe yên sereke peyda bikin. Li Wanê kirî»gerên bazarên semtê her diçe kêmtir dibin û ji ber vê bazarvan jî qezenc nakin.    Hem bazarvan hem jî kirîger ên bazara semtê ya li Taxa Seyît Fehîm Arvasî ya Îpekyolû ya Wanê tê danyîn bi gilî û gazinc in.    DESTVALA VEDIGERIN   Welatiyê bi navê Kitan Turgut ku hat bazarê û çav bi fiyetan ket bêyî tiştekî bikire vegeriya, diyar kir ku her tişt biha ye û got: "Pere bi mirovan re tune ye. Tên bazarê destvala vedigerin."    Vedat Îşnaz anî ziman ku dema bihayan dibînin destvala vedigerin malê û got ku êdî bi 200 TL'yî tut tiş nayê. Îşnaz bilêv kir ku yên bi mûçeya kêmtirîn dixebitin nikarin tiştek bibin mala xwe û got: "Kes nikare bi vê aboriyê debara xwe bike."    RAST NABE   Welatiya bi navê Bedîa Koçak jî anî ziman ku êdî nikarin danûstendinê bikin û got: "Hevjînê min nexweş e û nikare bixebite. Em nikarin debara xwe bikin. Êdî bi hezar TL'yî jî tiştek nayê stendin. Beêr me karibû gelek tişt bikire, lê niha kîsikek jî nayê dagirtin."    Welatî Ridvan Orhan diyar kir ku li welêt aborî her diçe xerabtir dibe, êdî gel nikare debara xwe bike û qîmeta pere nemaye û got: “Welatiyek nikare pêdiviyên rojane yên mala xwe jî dabîn bike. Kesên ku nikarin nanekî jî bînin malê hene. Li şûna ku baş bibe, aborî xirabtir dibe. Desthilat tenê gel dixapîne, wê tu tişt baş nebe. Welat wêran bûye. Divê êdî bes ji me re çîrokan bêjin. Em êdî ji wan çîrokan bawer nakin."    ‘KEDA GEL DIXWIN'   Ji esnafên bazarê Hakan Mercan ê ku 10 sal in esnaftiyê dike wiha got: “Hêza kirînê ya mirovan nîne. Li gorî par ji sedî sed ferqa bihayan heye. Wê hê bêtir zêde bibe. Tu qîmeta pere nemaye. Mirov bi mûçeya herî kêm nikarin bijîn. Ji ber bihabûnê em û mişteriyan dikevin qirika hev. Ji pandemiyê heta niha baş nebûye, her diçe xirabtir dibe. Pirsgirêkên welat roj bi roj mezin dibin. Sedema qeyrana aborî tenê dizî û gendelî ye. Dewlet çavkaniyên xwe didize. Keda gel dixwin."