Kolanên Enqereyê: Ji bo şer bûdçe heye lê ji bo gel tune ye 2024-08-09 09:59:50   ENQERE - Welatiyên Enqereyê nerazîbûna xwe ya ji krîza aboriyê nîşan dan û ji bo polîtîkaya şer a îktîdarê wiha gotin: “Ji bo şer û çekan bûdçeyê vediqetînin lê ji bo gel tune ye.”    Krîza aborî ya li Tirkiyeyê her ku diçe giran dibe û bihabûna her tiştî welatiyan zêde dide zorê. Sedema sereke ya krîza aborî jî israra di neçareserkirina pirsgirêka kurd de û polîtîkayên şer tên nîşandan. Me krîza aborî ji welatiyên Enqereyê pirsî.    ’HÊJ JÎ TEKANE DERDÊ TIRKIYEYÊ ŞER E’   Welatiyê bi navê Ahmet Altinkiliç diyar kir ku sedema krîza aborî polîtîkayên AKP-MHP’ê ne. Altinkiliç, wiha got: “Xelk êdî nikare gavekê biavêje. Îro li Enqereyê heqê dolmuşekê bûye 25 lîre. Welatî êdî ne li kar, yên xwedî kar nizanin dê çawa biçin kar. Piraniya mirovan hewl didin debara xwe ya rojane derxînin. Lê hêj jî derdê Tirkiyeyê şer e. Heke rastiyan bi gel re parve bikin, dê nekarin li ser wan kursiyên xwe bimînin. Ji bo rastiyan venebêjin jî hestên neteweperweriyê yên gel bi kar tînin. Tekane rêya vê, nehatine cenazeyan e. Sedema sereke ya polîtîkayên şer, rant e.”    'KESEK NIKARE ZIMANÊ DAYIKÊ ASTENG BIKE’   Kanî Erdogan jî destnîşan kir ku mirov êdî ne nanekê lê nîvnanê dikirin û wiha domand: “Lê îktîdar vê rewşê jinedîtî ve tê û tenê şêweyê jiyana xwe li gel ferz dike. Em li welatekê wisa ne ku çanda îtaetê lê serwer e. Bûdçeya Serokatiya Karên Diyanetê ji ya 7-8 wezaretan zêdetir e. Lê ev sazî ne tiştekî hildiberîne ne jî tiştekî din dike. tenê çanda îtaetê li mirovan ferz dike. Tu pêşeroja welatên çanda îtaetê lê serwer çênabe.”   Erdogan, bal kişand ser zextên li ser kurdî û ev tişt anî ziman: “Hûn nikarin zimanê tu kesî tune bikin. Hûn çiqas asîmîle bikin jî dê li vî welatî, li devereke din a cîhanê dê bijî û mecbûr e bijî. Kesek nikare li pêşiya zimanê dayikê bibe astengî. Dibe ku hewldanên asîmîlekirinê hebin lê bi awayekî ziman dijî.”    ‘EM TU CARAN LI GEL ŞER NEBÛN’   Ji esnafan Bîrsen Ozkaya jî gazinên xwe anî ziman û got ku esnafên din hatine ber topavêtinê. Ozkaya, wiha got: “Pereyên xelkê tune ne. Em heta êvarê li benda mişteriyan dimînin. Me tu caran ji şer re negot ‘erê.’ Me her tim got ‘na.’ Divê ji ewil bûdçe ji bo perwerdeyê were veqetandin. Lê ev ji bo şer dibêjin ‘erê.’”     'MÛÇEYÊ MIN 2 HEZAR TL YE’   Remziya Guçlu jî diyar kir ku ew astengdar e lewma nikare kar peyda bike. Guçlu, wiha dom kir: “Îro ji bo mûçeyê xwe yê astengdariyê wergirim derketim derve. Lê mûçeyê min tenê bi têrî fatûreyên gaza xwezayî û ceyranê dike. Ez 2 hezar û 797 lîreyan distînim. Gelo jineke xwedî zarok bi vî pereyî dê çawa bijî? Dema lê dinêrî ji bo her tiştekî bûdçe heye. Ji bo şer û çekan heye lê ji bo gel tune ye.”    ‘NIHA JÎ ÇAVBERDANE GOVENDA ME’   Guçlu, bi lêv kir ku ji berê heta niha her tim kurd tune hatine hesibandin û wiha pê de çû: “Welatekî wisa ye ku ziman, çanda me tune hatiye hesibandin û niha jî çavberdane govenda me. Rewşa Tirkiyeyê bi rastî jî cihê pêkenokan e. Tevahiya kevneşopiyên me asteng dikin. Me tune dihesibînin, me qetil dikin. Lê dê kesek nekare bi ser keve. Weke jinek û kurdek, tu hêz nikarin me têk bibin. Lewma bila me bi birçîtiyê terbiye nekin. Em gelek birçî man. Ne em bila ew bifikirin.”    ‘EM HIŞYAR DIBIN ZEM RADIZÊN ZEM’    Ciwanê bi navê Fîkrî Karadag jî daxuyand ku zem li ser zem tên kirin û wiha berdewam kir: “Serê sibê şiyar dibin zem tên kirin, bi şev radizên zem tên kirin. Rewşa aboriyê ya welêt pir xerab e û welat ber bi cihekî baş ve naçe. Jixwe nîviya ciwanan naxwînin. Ciwan ji bo debara xwe dixebitin. Yên dixwînin jî nayên tayînkirin.”    'LI CIHEKÎ EWQAS PIRSGIRÊK HEYÎ DE ŞER JI BO MIN BI AQILANE NAYÊ’    Têkildarî mijarê Mûstafa Turk jî got ku sedema krîza aboriyê, encama biryarên domdirêj ên îktîdarê ne. Turk, axaftina xwe wiha domand: “Li Başûrê welêt pirsgirêka kurd heye, li bakur şerê Ûkrayna-Rûsyayê heye. Lêçûnên leşkerî yên berê belkî heta cihekî mirov fêm bike lê êdî em nizanin di kîjan noqteyê de ne. Ez nizanim rewşa operasyonên derveyî sînor di çi astê de ne û armanca wan çi ye. Li hundir ewqas pirsgirêk hene û di rewşekî wiha de şerê li derveyî welat ji bo min biaqilane nayê.”    Bi domdarî Turk bal kişand ser jêbirina nivîsên bi kurdî yên trafîkê û ev tişt anî ziman: “Ez kesekî neteweperwerim, tirk im. Ez bi zimanê xwe yê dayikê diaxivim. Ez fêm nakim bê ka çima nivîsa hişyariyê ya ‘Pêşî Peya’ ya bi zimanê dayikê ya mirovekî, tê jêbirin. Ma çima neyê nivîsandin. Li gorî min ev şerê hêzê ye. Şaredarî hewl didin bi zimanê xelkê herêmê xizmetê bikin.”    ‘TU HESABÊN RÊVEBERIYA ABORIYÊ YA JI BO PÊŞEROJÊ TINE YE’    Welatî Bayram Işik jî got ku ew ji polîtîkayên îktîdarê aciz e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îktîdarê feraseta rêveberinê winda kir. Êdî tenê êrişan dike. Tu hesabên rêveberiya aboriyê ya ji bo pêşerojê tune ne, tenê hewl didin roja xwe xelas bikin. Lê wî jî nikarin bikin. Li tiştên dihatin gotin guhdar nekirin lê êdî gel dibêje; ‘Qral tazî ye.’ Ev rewş ber başbûnê ve naçe. Her roj li pey pereyê germ in lê pergala edaletê ya li welat baweriyê nade bavên pereyê navneteweyî û tefeciyan jî.”    ’ŞER TÊN WATEYA RANTÊ’   Işik, bal kişand ser para ji bo şer tê veqetandin û ev nirxandin kir: “Ez 63 salî me û me hêj di 17-18 saliya xwe de gotibû; li vî welatî pirsgirêka gelan heye. Lê ev gel hatin redkirin û heta roja me jî dom kir. Lê em gihiştin cihekî; me got ‘hûn red bikin jî em ê red nekin.’ Ev rastî bi çek, tundiyê çareser nabe. Ev 40 sal in şer tê kirin û tenê bi xwe re mirin û wêranî anî. Şer, rant e. Ranta înşaetê, çekan û dermanen e. Mesele ne qebûlkirin an jî redkirina pirsgirêka kurd e. Mesele ew e ku ji bo pêdiviyên sermayeyê rant tê afirandin.”    'TU ALIYEKÎ MANTIQÎ YÊ JÊBIRINA NIVÎSÊN BI KURDÎ NÎNE’    Têkildarî jêbirina nivîsên bi kurdî jî Işik ev tişt anî ziman: “Bi qedexeyan nekarin xwe bigihînin cihekî. 70-80 salan hatin qedexekirin lê neçar man ku televîzyoneke bi kurdî vekin. Dê televîzyoneke fermî ya bi kurdî vekî, lê nizanim kesek temaşe dike yan na. Ji ber ku tu tiştên tên ferzkirin ji hêla gelan ve nayên qebûlkirin. Dê televîzyona bi kurdî bi fermî vekî lê nehêlî tabelayên bi kurdî bên daliqandin. Ev ehmeqî ye. Ne îzaheta vê ne jî mantiqa vê heye.”