Cotkaran bi dirûşma ‘Hikûmet îstîfa bike’ çalakî li dar xistin 2024-08-08 13:39:47   BURSA - Cotkarên Bursayê yên firîngiyên wan di destê wan de man, li ser Rêbeja Bursa-Îzmîrê çalakî li dar xistin û dirûşma “Hikûmet îstîfa bike” berz kirin.   Cotkarên Deşta Karacabey a Bursayê ku firîngiyên wan di destê wan de mane, ji bo pirsgirêkên xwe vebêjin û heqê keda xwe wergirin, li ser Rêbeja Bursa-Îzmîrê çalakî dan destpêkirin. Bi destpêkirina çalakiyê re cendirmeyan hewl dan pêşiya cotkaran bigirin. Cotkaran jî bi dirûşmên “Hikûmet îstîfa bike”, “Bila destên ji bo cotkaran radibin bişikên” û “Cotkar xwedî li berhema xwe derkeve” bertek nîşan dan.    Çalakiya cotkaran didome.