Îdiaya TUÎK’ê: Yek ji saziya herî şefaf a cîhanê em in! 2024-08-07 11:32:52   ENQERE - TUÎK a ku ji ber daneyên enflasyonê de zêde tê rexnekirin, wiha got: “Di dinyayê de yek ji saziya îstatîstîkê ya herî şefaf em in.”     Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ji ber daneyên enflasyonê yên spekûlatîf, zêde tê rexnekirin û bertek tên nîşandan. TUÎK’ê îdia kir ku bi rêbaza hesabkirinê re “Li cîhanê yek ji saziyên îstatîstîkê ya herî şefaf in.” Di daxuyaniyê de hinceta eşkerenekirina sepeta TUFE’yê jî wiha nîşan da: “Hinek derdor, rêbaza hesabkirinê weke amûra manîpulasyonê bi kar tînin.”    ÎDIAYA ‘SERENAV BI ZANEBÛN JÊ TÊN BIJARTIN’    Di berdewamê de wiha hate gotin: “Ev derdorên behsa xeberê ku ji hêla zanistî ve nikarin TUFE’yê rexne bikin, di nava 143 serenavan de bi zanebûn çendek serenavan jê hildibijêrin û bi zanebûn an jî ne bi zanebûn, gotinên manîpulatîf parve dikin.” Bi domdarî TUÎK’ê îdia kir ku têkildarî daneyên enflasyonê yên tên parvekirin de nirxandinên ji rastiyan dûr tên kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku rêjeyên guherînê yên di sepeta TUFE’yê de her mehê lil gorî 12 komên lêçûnan ên sereke, 43 komên lêçûnan, 90 komên lêçûnên jêr û di asta 143 serenavên bingehîn de tên weşandin. Daxuyanî wiha domiya: “Guherînên endeksê yên di asta serenavên sereke de, bi awayekî herî guncav a bendewariyên navneteweyî bi raya giştî re tên parvekirin.”    NÎQAŞÊN LI SER TUÎKÊ DIDOMIN   TUÎK, ji ber daneyên enflasyonê her tim di rojevê de ye. Di salên dawî de di nava saziyên herî zêde jênebawer de cih digire. Bihayê madeyên TUÎK ji bo hesabkirina TUFE’yê bi kar tîne ev zêdetirî du sal in nayên eşkerekirin. TUÎK, ne tenê bihayên esas digire, di heman demê de giraniya sepetê yên madeyan jî vedişêre.