Li Agiriyê sewalkar yek bi yek îflas dikin 2024-08-06 09:31:33 AGIRÎ - Yek ji navendên sewalkariyê jî Agirî ye û li Bazara Sewalan a bajêr firotina pez ji sedî 50 ketiye û sewalkar yek bi yek îflas dikin. Sewalkar dibêjin ku berpirsyarê vê rewşê îktîdar e û dan zanîn ku gelek kesan îflas kirine.  Bajarê Agiriyê ji ber mêrg û çêrgehên xwe ji bo sewalkariyê yek ji bajarên herî guncav e. Lewma piraniya xelkê bajar debara xwe bi sewalkariyê dike. Lê belê bihabûna êm û sotemeniyê, bandoreke neyînî li ser vê pîşeyê kiriye. Danûstandina li Bazara Sewalan a li navenda bajar hema hema ji sedî 50 kêm bûye. Hejmara sewalkarên ku êdî nema dikarin bixebitin sal bi sal zêde dibe. Sewalkar dibêjin ku berpirsyarê vê rewşê polîtîkayên îktîdarê ye.    LI BAZARÊ 250 LI MARKETÊ 500 TL    Ji welatiyan Mahîr Demîr ku debara xwe bi firotina dewaran dike, anî ziman ku rewşa wan her sal xerabtir dibe. Demîr, wiha got: “Êdî sewalkarî li ber qedînê ye. Her ku enflasyon zêde dibe, zem jî tên kirin. Bihayê her tiştekî 5 qet zêde bû. Telîseke êm bi 250 lîreyan bû lê niha bûye 750 lîre. Bihayê ca û ceh jî zêde bû. Bihayê lêçûnên me zêde dibin lê bihayê sewalan mîna xwe dimîne. Lewma jî sewalkar zirarê dikin. Qesab, kîloya goşt bi 250 lîreyan ji me dikire û li marketê bi 500 lîreyan difiroşin gel. Ma ev edalet e? Sedema van pirsgirêkan jî polîtîkayên îktîdarê ne.”    LÊÇÛN Û DAHAT HEV NAGIRIN    Sewalkar Resûl Araz jî anî ziman ku heywanên ji welatên derve tînin bandoreke neyînî li ser piyasayê dike. Araz, wiha domand: “Bihayê lêçûnên me pir zêde ne. Vê îktîdarê ne çandinî ne jî sewalkarî hişt. Bihayê ka, ceh û êm her ku diçe zêdetir dibe. Di Cejna Qurbanê de em hatin ber îflasê. Heta ji sedî 75’ê sewalkarên Agiriyê îflas kirin. Xwedîkirina sewalekî bi qasî 6-7 mehan dem digire. Lêçûnên wê yên rojane herî kêm 200 lîre ye. Ev jî mehê dike 6 hezar lîre. Divê Wezareta Çandiniyê vê meseleyê çareser bike. Ev meseleye jî li Meclisê bi lêxistina çepikan çareser nabe.”    'ÇARESERÎ PÊŞHILBIJARTINE’   Sewalkarê bi navê Reşît Kizilkurt ê 33 sal in vê pîşeyê dike jî ev tişt anî ziman: “Welat ketiye destê çeteya 5’an. Ew li gorî dilê xwe dijîn û yên perîşan dibin gel e. Çêlikek par bi 150 hezar lîreyan bû lê niha 50 hezar TL ye. Min bi 80 hezar lîreyan kirî û niha nikarim bi 30 hezar lîreyan bifiroşim. Îxracat û îthalat di destê alîgirên îktîdarê de ne. Wan mirovên xwe dewlemend kirin û xizanên mîna me jî perîşan dibin. Yên li dijî vê derdikevin jî digirin û bêdeng dikin. Rewşa em dijîn zilm e. Çareserî, pêşhilbijartin e. Wê demê dikare çareseriyek were pêşxistin. Tekane hêviya me guherandina îktîdarê ye. Nanek niha bi 10 lîreyan û telîsekê ard bi hezar lîreyan e. Ji serî heta binî dizî heye. Derket holê ku şîrketên mezin bacê nadin. Gel di nava hejariyê de perîşan bûye û ev bû 20 sal we bac ji wan şîrketan nestandiye?”   ‘ERDOGAN GEL PERÎŞAN KIR’    Yek ji sewalkaran Nacî Aslan jî ji ber lêçûnan bi gazinc bû. Aslan, anî ziman ku Erdogan gel perîşan kiriye û got: “Çareserî li Enqereyê ye û di çûna Erdogan de ye.”    Ji sewalkaran Hayrettîn Yildiz jî wiha got: “Piyasaya sewalkariyê di destê çendek alîgirên îktîdarê de ye. Ji ewil sewalan kom dikin û demekî xwedî dikin û piştre dîsa derdixînin piyasayê. Piştî vê dikin jî bihayê wê diyar dikin. Kesekê pêşiya vê bigire tune ye. Ji vê zirar digihije me. Ev 3 sal in hemû kesên bi sewalkariyê ve mijûl îflas dike. Bihayê ceh, êm, ka û onceyê pir zêde bûye. Heke wiha bidome em ê dev ji sewalkariyê berdin.”    Alî Çelîk jî da zanîn ku bi rojaye hewl dide sê golikên xwe bifiroşe lê nikare bifiroşe. Çelîk, wiha got: “Ji bo qesaban ji derve goşt tê. Goştê me jî li cihê xwe dimîne û tu pere nake. Heta ku goşt ji welatên derve were kirîn dê piyasa nekare xwe komî ser hev bike. Ji xwe wiha bidome dê sewalkarî jî biqede. Çareserî ew e ku piştgiriyê bidin sewalkariyê û pêşî li îthalatê bigirin.”    Mehmet Can jî destnîşan kir ku gel perîşan bûye û axaftina xwe wiha qedand: “Min sewalên xwe bi 170 hezar lîreyan kirî lê niha di navbera 130-140 hezar lîreyan de difiroşim. Bû 10 roj min tu tiştek nefirotiye. Ev meheke piyasa bi temamî sekinî ye.”    MA / Mehmet Guleş