Dolar radibe lîreyê tirk bêqîmet dibe 2024-08-02 11:27:31   ENQERE - Liv û tevgera dolar û euro ya di demên dawî de didome. Bi biryara faîzê ya Banka Navendî re dolar û euro dîsa rabûn.    Lîreyên Tirk ku di mehên nîsan û gulanê de li hemberî dolar bihayê xwe zêde nekir û li hemberî dolar her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe. Bi biryara faîzê ya Banka Navendî re lîreyê tirk li hemberî dolar hêj bêqîmettir bû. Dolarek bû 33,17 lîre û euro jî bû 35,84 lîreyên tirk.