Şaredariya Artukluyê tabloya dahat û lêçûnan bi gel re parve kir 2024-08-01 10:13:50   MÊRDÎN - Şaredariya Artukluyê ya DEM Partiyî tabloya dahat û lêçûnên 6 mehan bi avahiya şaredariyê ve daliqand.    Şaredariya Artuklu ya Mêrdînê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), dahat û lêçûnên 6 mehên dawî bi avahiya şaredariyê ve daliqand û bi gel re parve kir. Di tabloyê de dahatên şaredariyê yên mehên çile, sibat û adarê weke 182 milyon û 672 hezar û 551,19 TL, lêçûn jî weke 234 milyon û 897 hezar û 598,38 TL hatin destnîşankirin.    Di mehên nîsan, gulan û hezîranê de ku DEM Partî hate ser peywirê jî dahatên şaredariyê weke 120 milyon û 509 hezar û 415,24 TL, lêçûn jî weke 112 milyon û 711 hezar û 431,96 TL hate diyarkirin.