Bazirganiya derve ji sedî 10,8 li kêmiyê da 2024-07-31 11:40:36   ENQERE - Bazirganiya derve sala par 5 milyar û 298 milyon dolaran li kêmiyê dabû. Îsal ev rêjeye ji sedî 10,8 zêde bû û bazirganiya derve 5 milyar û 871 milyon dolaran li kêmiyê da.   Li gorî daneyên bazirganiya derve ya demkî ku di çarçoveya pergala bazirganiya giştî ya bi hevkariya Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) û Wezareta Bazirganiyê ve tê hilberandin; di meha hezîrana 2024’an de îxracat li gorî heman meha salek berê ji sedî 8,3 kêm bû û daket 19 milyar û 49 milyon dolaran; îthalat jî ji sedî 4,4 kêm bû û daket 24 milyar û 920 milyon dolaran.   Li gorî pergala bazirganiya giştî; îxracata di serdema navbera çile-hezîrana 2024’an de li gorî heman serdema sala par ji sedî 2,6 zêde bû û derket 126 milyar û 278 milyon dolaran; îthalat jî ji sedî 8,4 kêm bû û daket 168 milyar û 869 milyon dolaran.    BAZIRGANIYA DERVE JI SEDÎ 10 LI KÊMIYÊ DA   Li gorî daneyan; Bazirganiya derve sala par 5 milyar û 298 milyon dolaran li kêmiyê dabû. Îsal ev rêjeye ji sedî 10,8 zêde bû û bazirganiya derve 5 milyar û 871 milyon dolaran li kêmiyê da.