Qeyûm tevahiya parên şaredariyê yên li du herêman dewrî walîtiyê kir 2023-12-12 10:00:42   AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tevahiya parên şaredariyê yên li Herêma Pîşesaziya Organîze û Herêma Pîşesaziyê ya Pisporiya Tekstîlê dewrî Serokatiya Şopandina Veberhênan û Koordînasyonê ya girêdayî walîtiyê kir.    Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê beriya hilbijartinên rêveberiya herêmî gelek neguhêzbarên şaredariyê dewr kir. Qeyûm û waliyê Amedê Alî Îhsan Su îcar jî dest bi dewrkirina parên şaredariyê kir. Meclisa şaredariyê ku ji çendek memûrên hatine tayînkirin pêk tê, di 14’ê mijdarê de biryara da û para ji sedî 33 ya Herêma Pîşesaziya Organîze (OSB) ya Karacadagê û para ji sedî 13 a Herêma Tekstîl Îhtîsas Pîşesaziyê dewrî Serokatiya Şopandina Veberhênan û Koordînasyonê ya di bin sîwana walîtiyê de xebatan dimeşîne kir.    BI PIRANIYA DENGAN HATE QEBÛLKIRIN   Di biryara meclisa şaredariyê de hat destnîşankirin ku di civînê de nivîsa bi dîroka 13.11.2023 û bi hejmar E-63157089-020-150243 Serokatiya Daîreya Pêşxistina Çavkaniyan û Şirîkahiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye xwendin û li ser hatiye axaftin. Bi domdarî hat diyarkirin ku di hevdîtinên meclisê de biryar hatiye dayîn ku her du parên behsa xeberê di encama piraniya dengan de hatine dewrkirin.    Lê belê di biryarê de ji bo dewrkirina paran tu sedemek nehatiye destnîşankirin.    7 NÛNERÊN ŞAREDARIYÊ HEBÛN   Bi para xwe ya ji sedî 33’ê re 5 nûnerên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Karacadagê hebûn û bi para xwe ya ji sedî 13 jî 2 nûnerên wê li Herêma Tekstîl Îhtîsas Pîşesaziyê hebûn.    MA / Mujdat Can