Leşkeran êrişî karkerên li ber didin kirin: 2 kes hatin binçavkirin 2023-12-04 13:28:58   RIHA - Karkerên Ozakê ku çalakiya xwe ya karberdanê didomînin, rastî êrişa leşkeran hatin. 2 karker bi lêdanê hatin binçavkirin.    Karkarên Ozak Tekstîlê yên di 1’emîn Herêma Senayiya Organîzeyê (OSB) de dixebitin, çalakiya xwe ya dest ji kar berdanê, bi daxwaza vegerîna ser kar ên hevalên xwe yên ji ber zext û gefan ji kar hatine dûrxistin, di roja 8’êmîn de didomînin.   Karkerên di saetên serê sibê de xwestin biçin ber kargeha ku çalakiya xwe lê didomînin bi astengkirina leşkeran re rûbirû man. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Rihayê Ferît Şenyaşar jî di nav karkeran de cih girt.    Leşkerên ku di ketina kolana kargel lê barîkat danîn, destûr nedan karkerên li ber xwe didin. Karkeran ev rewş bi dirûşmeyan û çepikan şermezar kirin. Di vê kêliyê de leşkeran êrişî karkeran kirin û karkerê bi navê Îsmaîl Sevînç û nûnerê Sendîkaya Karkerên Çerm û Dirûnê yên Tekstîla Yekgirtî (Bîrtek-Sen) Denîz Kar bi lêdanê binçav kirin.    Li bende mayîna karkeran didome.