Qoserî: 24'ê Hezîranê firsendeke baş e 2018-05-02 09:06:26   MÊRDÎN – Li Qoserê ku ji ber rewşa aborî ya her diçe xirabtir dibe di demên dawî de bi dehan fîrmayên îxracatkar îflas kirin, welatiyan diyar kir ku hilbijartina zordest ji bo rizgarbûyîna ji krîzê firsendeke baş e.     Li Qosera Mêrdînê ji ber zêdebûna qûrên dowîzî di demên dawî de bi dehan fîrmayên îxracatkar îflas kirin. Welatî krîza ku bandorê li tevahiya navçeyê dike wekî "polîtîkayên şerî yên li dijî kurdan" şîrove dikin û anîn ziman ku hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê ji bo rizgarbûyîna krîzê wekî firsendeke baş e.    Metîn Aslanê 40 salî ku 7 salin li navçeyê tomerîfiroş e, diyar kir ku krîza aborî ne tiştekî nû ye û berê jî ji ber rewşa aborî gelek esnaf derabeyên xwe danîne. Aslan, anî ziman ku ji ber Mêrdîn bajarekî nêzî sînor e gelekî tesîrê ji krîza aborî digire û krîza ku 3 salin didome herî zêde îsal xwe daye der. Aslan bi lêv kir ku ji ber krîza aborî gelek hevalên wî yên esnaf îflas kirine û hecma karê wan ê rojane hema bêje ji sedî 80'ê ketiye. Aslan ku got "hêza kirînê ya mirovan nemaye" got: "Berê me her cure zexîre û malzemeyên hewcedar difirotin. Lê belê niha em tenê bulxur, nîsk û fasûleyan difiroşin. Ev ber jî wekî berê nayên firotin. bi xiraman tên firotin."    ‘ABORÎ LI EFRÎNÊ HAT QEDANDIN'    Aslan, sedema krîza aborî wekî "budçeya ku ji bo polîtîkayên şerî yên li dijî kurdan" şîrove dike. Aslna got: "Piştî êrîşên li ser Efrînê ev rewş bi awayekî aşkere xwe da der. Aboriya Tirkiyeyê ya li Efrînê hat qedandin êdî îdare nekir û hat asta îflaskirinê." Aslan, destnîşan kir ku tevî van tiştan hemûyan jî biryara hilbijartina zordest hatiye dayîn. Aslan bi lêv kir ku ji ber îtifaqa AKP-MHP'ê rezervên aboriyê rûxiyane û piştî hilbijartinê dibe ku rewşeke hîn xirabtir rû bide.    ‘DI NAVBERA ZEMAN DE BI QASÎ ÇIYAYAN FERQ HEYE'    Abdulkadîr Încî (70) yê teqawidbûyî diyar kir ku ji ber krîza aborî êdî ew nikarin debara xwe bikin û di navbera zema ku ji bo meaşê teqawidî tê kirin û malzemeyan tê kirin bi qasî çiyayan ferq heye. Încî, destnîşan kir ku krîz badnorê li hemû mirovan dike û ew nikarin bi meaşê teqawidiyî xwe li ber vê yekê ragirin. Încî ku got "Pergal pergala dewlemenda ye. Em ne xwedî rêveberiyeke ku gel etra wê be ne." Încî destnîşan kir ku hilbijartina zordest a 24'ê hezîranê ji bo vê yekê firsendeke baş e.    ‘DIVÊ EM JI VÊ HIKÛMETÊ XILAS BIBIN'    Încî, bi lêv kir ku divê gel li hemberî vê yekê bi awayekî aqilane tev bigere û got: "Divê li hemberî van xeletiyan xwe bi rêxistin bikin. Nemaze jî divê li Mêrdînê gel li hemberî talankaran xwedî li partiya gel HDP'ê derkeve. Gelek tişt tesîrê li gelê kurd dike û ji van tiştan yek jê jî krîza aborî ye. Li hemberî vê divê ji bo mafên mirovan, demokrasî, aştî û aramiyê, em ji vê hikûmeta ku me nahesibîne xelas bibin."