Egîtîm Sen: Li ser mafê xwebirêxistinkirinê zext heye 2023-11-26 16:09:11   RIHA - Hevseroka Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul diyar kir ku têkoşîna sendîkayî weke “hêmayê sûc” tê nîşandan û wiha got: “Îxrackirin, sirgûn, dûrxistina ji kar a sîstematîk li dijî mafê xwebirêxistinkirinê yê kedkaran weke amûra zextê tê bikaranîn.”    Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Rihayê li avahiya xwe 12’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Pankartên “Perwerdahiya bi zimanê dayikê mafekî bîngehîn û gerdûnî yê! Bînpêkirina vî mafî sûcê li dijî mirovahiyê ye!” û , “KHK’î rûmeta me ne” hatibûn daliqandin.    ‘QADÊN DEMOKRATÎK HEDEF HATIN GIRTIN’    Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê Mahmût Bînîcî di kongreyê de axivî û qala zehmetiyên kişandine kir. Bînîcî, diyar kir ku wan pêvajoya pandemî û erdhejan derbas kirin û wiha got: “Di vê pêvajoyê de îktîdar vala nesekinî û hêj niha jî bi polîtîkayên tecrîdê qadên demokratîk hedef digire. Lê nekarin bi van polîtîkayên xwe ruhê kolektîf ê Egîtîm Senê têk bibin.”      TÊKOŞÎNA SENDÎKAYÎ   Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul jî pirsgirêkên jinên kedkar vegot. Şengul, ev tişt anî ziman: “Jinên kedkar di şevekê de ji kar tên îxrackirin û têkoşîna sendîkayî weke ‘hêmayê sûc’ tê nîşandan. Hewl didin bi vê yekê pêşî li xwebirêxistinkirinê bigirin. îxrackirin, sirgûn, dûrxistina ji kar re û hwd. li dijî mafê xwebirêxistinkirinê weke amûra zextê bi kar tînin.”   ‘HETA KU EM DENGÊ XWE DERNEXÎNIN DÊ NEKARIN TÊBIKOŞIN’    Hevserokê Şaxa SES’ê ya Rihayê Ferhat Demîr jî got ku sedema pirsgirêkên kedkar îro dijîn, polîtîkayên dijdemokratîk û şer in. Demîr, got ku heta ku li dijî daristanên li Licê, Cûdî tên şewitandin, li dijî îşkenceyên li girtîgehan û tecrîdê dengê xwe dernexînin dê nekarin têbikoşin.     Di kongreyê de Ozlem Ulutaş Şengul û Mûrat Oruç weke Hevserokên Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê hatin hilbilartin.