Meşa DÎSK’ê ya Enqereyê di roja 2’yemîn de ye 2023-11-14 11:38:16   STENBOL - Meşa ku DÎSK’ê bi daxwaza di dahat û bacê de edalet pêk were ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve daye destpêkirin di roja 2’yemîn de li Gebzeyê didome.    Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) meşa ku bi daxwaza “Di bacê de edalet, di dahatê de edalet” ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve daye destpêkirin di roja 2’yemîn de li Gebzeyê didome. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû ya li Qada Bajêr a Gebzeyê daxuyanî da wiha got: “Meşa me ya duh li Kadikoya Stenbolê dest pê kir, duh bi şev li Qada Gebzeyê bi hevdîtina bi hevalên me yên karker re temam bû. Niha em li Qada Gebzeyê ne. Em roja duyemîn a meşa xwe ji bajarê karkeran Gebzeyê didin dest pê kirin.”   LI KOCAELIYÊ DAXUYANÎ DÊ BÊ DAYÎN    Çerkezoglû, diyar kir ku piştî meşê dê serdana karkerên Cornîng Kablo yên endamên Sendîkaya Lastîk Îş’ê ne ku 124 roj in ji bo nanê xwe di grevê de ne bikin û wiha got: “Pişt re meşa me dê bi ser Hereke navçeya Yarimcayê ve ber bi Kocaeliyê ve berdewam bike. Êvarî saet 17.00’an de em li ber Bankeya Navendî ya Kocaeliyê bên bahev û piştî meşê li Parka Mafên Mirovan daxuyaniyeke çapemeniyê ya bi girseyî bidin. Em spasiya hemû karkerên hevalên xwe, sendîkayên xwe, saziyên dost, nûnerên partiyên siyasî yên duh bi şev û îro bi me re bûn dikin. Ji bo di dahatê de edalet, ji bo di bacê de edalet, ji bo di welat de edaletê DÎSK meşa xwe didomîne.”