'Tevahiya civakê hatiye tecrîdkirin' 2023-11-11 16:47:58   WAN - Serokê Şaxa Egitîm Sena Wanê Mûrat Atabay bal kişand ser polîtîkayên desthilatê û anî ziman ku desthilatê civakekî li gorî cihê şer helwest nîşan dide ava kir.      Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egitim Sen) ya Wanê Lijneya Asayî ya 12’emîn a bi dirûşmeya “Li dijî tarîtiyê, em feraseta sendîkayên civakî yên demokratîk siberojên ronî ava dikin” li dar xist. Gelek kes tev li kongreya li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê hat lidarxistin, bûn. Pankartên “Perwerdeya zimanê zikmakî mafeke bingehîn e”, “Ked a me ye, gotin a me ye, biryar a me ye”, “Jin, jiyan, azadî”, “Jin jyan e, jiyan sirûşt e”, “Em ê zarokên xwe teslîmî tariyê nakin” û “Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin” hatin daliqandin.    ‘TEVAHIYA CIVAKÊ TECRÎD KIRIN’   Di kongreye de Serokê Şaxa Egitim Sena Wanê Mûrat Atabay axivî û destnîşan kir ku ew bi berxwedanê, têkoşînê hatine van rojan û got: “Niha tevahiya civakê vegûherandine girtîgehê û cavak xistine di bin tecrîdê de. Desthilat, ser rêya hevalbendên xwe yên berê dimeşe û dibêjin ‘Hûn çi bikin jî, hûn nikarin tiştekî bigûherînin’. Her cure destûrê didin çalakiyên hevalbendên xwe lê belê nahêlin em standekê jî vekin. Berdin ku ev desthilat bibe dewleta hiqûqê, li gorî kanûnên xwe tevnagere. Civakekî ji bombekirina camî û tevahî qadên jiyanê re bêdeng dimîne lê belê dema ku cihekî din tê bombekirin bertek nîşan dide, ava kirin. Anku li gorî cihê şer helwestê digirin. Em dikarin bi têkoşînê ser bikevin û em ê serbikevin jî.”   Sekretera Jinan a Şaxa Egitîm Sena Wanê Fûnda Demîr jî ev tişt anî ziman: “AKP û MHP bi tifaqên dijminatiya jinan dikin, xwe mezin kirin û niha çav berdane hemû destketiyên jinan, ên di encama têkoşînên zehmet de bi dest xistine. Tevî van hemûyan em hebûn, em hene û em ê hebin.”   RÊVEBERIYA NÛ HATE HILBIJARTIN   Piştî axaftinan hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat û rêveberiyê şaxê Fûnda Demîr Bozkurt, Sema Aktaş, Mûrat Atabay, Denîz Ûlfer, Adem Şahîn, Mehdî Aslan û Lokman Babat hatin hilbijartin.