‘Kesên dibêjin krîz tuneye, pareyên wan hene’ 2018-04-30 10:45:26   ÎZMÎR - Dikandar û serfkarên difikirin ji ber krîza aborî biryara hilbijartina zordest hat dayîn, bawer dikin ku divê êdî hikûmet bê guhertin. Pazarvan Halît Ceylan, bal kişand ser zamên li ser hev hatin û got: “Kesên dibêjin krîz tuneye, pareyê wan hene.”   Baweriya gel bi sozên aboriyê yên piştî hilbijartina zordest a îtîfaqa AKP û MHP’ê nayê. Îzmîriyan pirsa hikûmeta ku bihayê kuşt nekarî daxîne, gelo dê çawan kiribe bilindbûna dowîzan daxîne, kirin.   ‘HÊZA KIRÎNÊ NEMAYA’   Pazarvan Mahmut Akgul, bal kişand ser karê wan ê xerab diçe û wiha axivî: “Lîtreya mazotê bûye 6 TL. Kar pir kêm bûye û maliyeta wê jî zêde bûye. Mirov dikevin bazarê bêyî ku tiştekê bikirin, derkevin. Hêza kirînê nemayê. Di 24’ê Hezîranê de emê biçin hilbijartinê. Bila milet aqlê xwe bide serê xwe û baş bifikire. Heya aştî neyê vî welatî dê ev welat xweşik nebe.”    ‘EM 7 ROJAN DIXEBITIN TIŞTEK TUNEYE’   Dikandar Halît Ceylan jî, diyar kir ku piyasa pir xera bûye û wiha got: “Pareyê mîlet nemaye. Kesên dibêjin krîz tuneye, ji xwe pareyên wan hene. Em 7 rojan dixebitin, lê dîsan jî tiştek tuneye. Dema leşkeriya min hatiye, lê nikarim biçimê. Baweriya min bi gotinên berî hilbijartinê aborî baş qet nayê. Dê niha ji ber hilbijartinê hemû tiştî daxin. Piştî wê dê çardin ser pişta gel siwar bibin.”   ‘TAYYÎP QEDEXE KIR’   Welatiyê binavê Rahmî Guzel jî, anî ziman ku êdî aborî nemaye û wiha bilêv kir: “Rewş tevlîheve. Piştî îtîrafên Alîkarê Serokwezîrê Berpirsê Aboriyê yê krîza heyî, Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan bertek nîşan da. Hûnê aboriyê rexne nekin. Ji xwe Tayyîp qedexe kir.”    ‘MEAŞ TÊRÊ NAKE’   Guler Başturk jî, da zanîn ku meaş têrê nake û wiha axivî: “Em nikarin debara xwe  bikin. Bi 20 TL’an hatim pazarê. Ji xwe mirov zêdetir nikare bi xwe re bîne. Guşt tuneye. Penîr zeytûn tuneye. Berê me dixwar lê niha em nikarin a baş bikirin. Bi kurtî em nikarin weke berê kirinê bikin.”   Cemile Çelîk jî, dest nîşan kir ku her hefte bihayê tişta diguhere û wiha got: “Em dinava krîza aborî û bêkariyê de diçin hilbijartinê. Pareyên em tînin bazarê têrê nake. Ji xwe aborî nemaye.”    ‘EDALET TUNEYE’    Mamosteyê emekdar mustafa Sertaç jî, bi van gotinan jiyana xwe vegot: “Ji bo mirov biçe nexweşxanê encex heya 15 rojan dikare randavu bigire. Ji xwe mirov nikare dermanan bikire. Aborî jî ser û bin bûye. Ez mamosteyê emekdarim, lê nikarim debara xwe bikim. Ji xwe edalet qet nemaye. Kê bi axive davêjin girtîgehan. Ew bixwe Fethullahçîne, lê ji hemû saziyan re dibin Fethullahçi û wan dikin girtîgehan. Hemû mirov kirin dijminê hev. Kê lê mêze bikin em kirin çi halê. Heyf û mixabina vî welatî. Bila êdî ev desthilatdar here. Ji ber ku desthilatdariya 16 salan Tirkiye kir vê rewşê.”     MA / Ahmet Kanbal - Ruken Demîr