Xelkê Wanê: Çareserî ne şer e razemaniya ji bo aboriyê ye 2023-11-06 09:01:05 WAN - Yek ji bajarên ku herî betalî lê heye Wan e. Welatiyên Wanê sedema sereke ya feqîrî û betaliyê polîtîkayên şer e û gotin: “Tenê pereyê ku ji bo şer tê razandin ji bo aboriyê were razandin dê îro rewş ne wisa bûya.”  Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) meha borî ku ragihand; Rêjeya herî zêde ya bêkariyê li bajarên Wan, Colemêrg, Mûş û Bedlîsê yên Kurdistanê bû. Li çar bajaran rêjeya betaliyê ji sedî 19,2 hat ragihandin, rêjeya bêkariyê jî ji sedî 30 derbas dibe. Rewşa betaliyê xwe li qehwexaneyên dide der. Qehwexane bi mirovên betal tije ne. Ji ber bêderfetiya peydakirina kar roj bi roj betalî bi taybetî di nav ciwanan de zêde dibe.   Me li bajarê Wanê ku yek ji bajarên her tim di nava rêjeya betaliyê de cih digire, rewşa aboriyê ji xelkê pirs kir.    ‘PERE LI ŞER TÊ XERCKIRIN’    Îsmaîl Çinar diyar kir ku sedema bingehîn a betalî û krîza aborî şer e û got: “Ji ber şer û pevçûnan krîza aborî û betalî li welat zêde dibe. Ji ber bihabûna her tiştî êdî kes nikare tiştekî bikire. Her roj zem tên kirin. Rojane 500 lîre qezenc dikim ew jî tenê têra mitbexa min dike. Li malê 5 nifûsa me heye, bi zorê em debara xwe dikin. Ji ber şer şert û mercên heyatê zor dibe. Heke şer bê rawestandin wê xweşî bê hemû cîhanê. Tenê pereyê ku li ser leşkeriyê tê xerckirin û veqetandin, tenê ji bo aboriyê  bê razandin wê rewş wiha nebe.”    ‘BETALÎ BERBELAV DIBE’    Omer Yilmaz da zanîn ku sedema betaliyê polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê bi xwe ye û got: “Her tişt biha ye û her roj her tişt biha dibin. Her roja ku diçe betalî berbelav dibe. Êdî em dibêjin bes e. Êdî bila guhertinek bibe û bila ev weleh hilmekê bistîne. Yên ku behsa Filistînê dikin her roj li Rojava mirovan dikujin.”    'SEDEMEK JÎ EW E KU QEYÛMAN TAYÎN SER ŞAREDARIYAN DIKIN’    Mahfuz Dogal jî anî ziman ku bi enflasyon û krîza aborî betalî zêde bûye û got: “Ji ber krîza aborî û betaliyê her kes feqîr dibe. Dema kar hebe xelk dikare debara xwe bike le dema nebe nikare bike Li Wanê tengezariya herî mezin peydakirina kar e. Bi tu awayî razemenî ji bo Wanê nayê kirin. Sedema vê jî ew e ku nifûsa wê bi piranî kurd in. Li ku ji AKP’ê re deng derkevin derfeten kar û razemeniyê li wir dike. Sedemek din a betaliyê jî ew e ku qeyûman tayînî ser şaredariyên me dikin.”    ‘BETALÎ DIKE KU MIROV KOÇBER BIBIN'    Şevkî Kaya diyar kir ku betalî bandorek neyînî li ser hemû jiyanê dike û wiha got: “Ji bo em debara xwe bikin, em diçin deriyên sînorê. Em li wir jî mexdûr dibin. Xurekên mîna çay û şekir em tînin jî desteser dikin. Min li navçeya Elbakê cotkariyê û sewalkariyê dikir. Lê ji ber vê krîza aborî û betaliyê min dest ji gund û karê xwe berda û ez hatim Wanê. Niha jî ez hêta êvarê betal digerim. Ji ber krîza aborî ku heye mirov koç dikin. Divê dewlet razemeniyê li Wanê bike.”    ‘DIVÊ HIKÛMET BÊ GUHERTIN’    Ahmet Taş jî ji ber betaliyê ew nikarin deynên xwe yên ji bo bankeyan bidin û wiha axivî: “Kes nikare tiştekî bikire û em nikarin tiştekî bibim malên xwe. Kes nikare bi meaşê asgarî debara xwe bike. Her kes ji jiyana xwe aciz bûye. Tenê daxwaza me ew e ku desthilatdarî biguhere. Heke hikûmetek nû were belkî dawî li krîza aborî û betaliyê bîne. Li Wanê hemû qewhexane bi mirov betal tije ye. Ciwan heta êvarê betal digerin.”