Bi demsala zivistanê re liv û tevgera li Sûka Sobefiroşan zêde bû 2023-11-05 09:10:31   WAN - Bi sarbûna hewayî re liv û tevgera li Sûka Sobefiroşan a li Rêya Armûşê jî zêde bû.    Beşeke nifûsa bajarê Wanê li çoltarê dijî û hêj jî sobe weke amûra xwegermkirinê tê bikaranîn. Li beşekê navenda bajar jî gaza xwezayî tê bikaranîn û li taxên ji navendê hinek veder jî gelemperî sobe tê bikaranîn. Bi sarbûna hewa re li bajar amadekariyên zivistanê dest pê kirin û welatî berê xwe didin esnafan. Li bajar bi dehan esnaf hene ku sobeyan çêdikin lê dîsa jî bi daxwaza welatiyan re nagihin. Li Sûka Sobefiroşan a li Rêya Armûşê ya Wanê liv û tevgereke pir zêde heye. Sobeyên li vir tên çêkirin, ji sedî 70 zem lê hate kirin û niha bi 800 TL’an tên firotin. Yek ji pirsgirêkên sereke ya li sûkê tê jiyîn jî ew e ku piştî zêdebûna fiyetan, hosteyên sobeyan nema dikarin bi welatiyan re sobeyan vêre bigihînin.    ‘DAXWAZEKE ZÊDE JI BO SOBEYAN HEYE’   Cahît Sever   Ji esnafên Wanê Cahît Sever got ku 23 sal in vê pîşeyê dike û wiha got: “Bi hatina demsala zivistanê re karê me zêde dibe. Daxwaza ji bo sobeyên daran pir zêde dibe. Sobeyên ku em bi xwe çêdikin û difiroşin herî zêde gundî dikirin. Li gorî salên berê, ji sedî 70 fiyetên wan zêde bûn. Hema hema her sal ji bo sobeyan zem tê kirin. Ji ber ku rewşa aborî ya gel baş nîne, carnan em ji heqdestê xwe kêm dikin û bi bihayê çêkirinê difiroşin wan. Ji gaza xwezayî zêdetir ji bo sobeyan daxwaz heye. Lewma li gorî me ev çand dê bidome. Bi taybet jî ji navçeyan bo sobeyan daxwazeke zêde heye.”    ‘ÊDÎ HOSTE PÊ RE NAGIHIJIN’   Selîm Akdemîr   Esnafê bi navê Selîm Akdemîr jî diyar kir ku pirsgirêka wan a herî mezin ew e ku hoste êdî pê re nagihijin û ev tişt anî ziman: “Di demên berê de gelek kesan ev kar dikir lê êdî zêde nayê kirin. Eleqeya mirovan êdî zêdetir ji bo tekstîl û febrîqeyan heye. Di pîşeya me de hoste pê re nagihijin. Daxwazeke zêde ji bo sobeyan heye. Bi hatine mehên zivistanê re karê me jî zêde bû. Eleqeyeke zêde ya gel ji bo sobeyên daran heye. Em jî bi zor û zehmet sîparîşan pê re digihînin. Em ji bo hemû navçeyên Wanê sobeyan rêdikin. Heta ji bajar û navçeyên cuda jî daxwaz heye. Ev kevneşopî dê bidome.”