ENAG’ê daneyên enflasyonê parve kir 2023-11-03 10:15:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên ENAG'ê Endeksa Bihayê Mêzexeran di 12 mehan de zêde bû û derket ji sedî 126,18’ê.    Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) daneyên xwe yên meha cotmehê parve kir. Li gorî daneyên ENAG'ê; Endeksa Bihayê Mêzexeran (E-TUFE) di cotmehê de ji sedî 5,09 zêde bû. Her wiha hat destnîşankirin ku E-TUFE di 12 mehan de jî ji sedî 126,18 zêde bû.    Rêjeya enflasyonê ya serdemên çile-cotmehê ya sala 2023’yan bû ji sedî 105,48.