Banga 1’ê Gulanê: Em ê mîna artêşa betalan biherikin qadan 2018-04-29 09:12:41 KOCAELÎ - Karkeran hemû kes dawetî qadên 1’ê Gulanê kirin û gotin: “Desthilatdariyê bi KHK’an artêşek betalan ava kir. Em ê mîna artêşa betalan li qadan bin.” 1’ê Gulan Cejna Karkeran dê li qadên cûda yên Tirkiyeyê bê pîroz kirin. 1’ê Gulanê dê li Qada Maltep û li Kocaeliyê jî li Qada Gebze bê pîroz kirin. Betul Celep a di Ajansa Kalkinma ya Stenbolê de dixebitî û bi KHK’ê ji kar hat avêtin, bang li hemû kesê kir ku di 1’ê Gulanê de biherikin qadan.   ‘ARTÊŞA BÊKARAN DÊ LI QADAN BIN’   Celep, diyar kir ku di 1’ê Gulan çûyî de jî bê kar bû û wiha got: “Ji derveyî têkoşînê tu alternetîfa me tuneye. Em necarin ku bi rihê têkoşînê beşdarî 1’ê Gulanê bibin. Desthilatdariyê bi KHK’ên derxistin artêşa betalan ava kirin. Emê weke artêşa betalan beşdarî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bibin.”    ‘EM Ê LI DIJÎ PERGALÊ LI QADANBIN’   Karkera anketan Neslîhan Acar a 10 saln di fîrmayên mezin de anketorliktî kir, tenê salekê di karê sigorteyê de xebitî. Acar, diyar kir ku her roj li Stenbolê nêzî 600 anketoran derdikevin kolan xebatên Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî birêve dibin. Acar, da zanîn ku tu mafê wan tune ye û wiha got: “Ji bo pirsgirêkên me bi dawî bibin em ê di 1’ê Gulanê de dakevin qadan.  Divê em di hemû kolanên qadan de cih bigirin. Li welat faşîzm, cûdakarî û zilm mezin dibe. Em neçar in li dijî vê yekê li ber xwe bidin. Bi hinceta OHAL’ê hemû karker ji kar avêtin. Emê lî dijî vê pergalê di qadên 1’ê Gulanê de cih bigirin.”   'DÊ PIR BI HÊZ BÊ PÊŞWAZÎKIRIN'   Koordînatorê Mamosteyê Umut-Sen Başaran Aksu jî, bal kişand ser OHAL’ê û wiha axivî: “Bi OHAL û KHK’ê welat bi rêve dibin. Bi rejîma zextan dixwazin welat kontrol bikin. Parlamenterên AKP’ê bi tîqetîqa kenê xwe qanûna dijminantiya karker û kedkaran di Meclîsê re derbas krin. KHK qanûnî kirin û avêtin ber karkeran. Civînên Sendîkayan û karkeran qedexe kirin. Em di rewşeke wiha de diçin 1’ê Gulanê. Di vê roja bi polîtîkbûyî de em ê bi hêzeke hîn xurtir pêşwazî bikin û beşdarî 1’ê Gulanê bibin.”   MA / Elîf Çetîner