Dikandarên erdexanî û qersî: Krîza aborî bê demokrasî û edaletê çareser nabe 2023-10-26 09:01:56 ERDEXAN - Dikandarên erdexanî û qersî anîn ziman ku êdî mirov ne li debara mehane li ya rojane difikirin û gotin: "Pirsgirêk bêyî demokrasî û edaletê çareser nabe."  Li Tirkiyeyê krîza aborî ji ber polîtîkayên şer ên detshilata AKP-MHP'ê her roj kûrtir dibe. Ji ber vê êdî ne dikandar ne jî gel nikarin jiyana xwe bidomînin. Krîzên piralî yên li welêt, her roj bandorê li pêdiviyên sereke dikin. Dikandarên erdexanî û qersî anîn ziman ku rewşa wan qet nebaş e û ji bo çareserkirina pirsgirêkê îşaret bi demokrasî û edaletê kirin.    ‘DIVÊ PÊŞÎ LI BER DIZIYÊ BÊ GIRTIN'   Umît Evliyaoglû ku li Erdexanê marketa wî heye, anî ziman ku rewşa dikandaran pir xirab bûye û got: "Niha em hewl didin di vê krîzê de li ser pêyan bisekinin. Her roj her saet fiyet biha dibin û êdî em nizanin em ê çi bikin. Êdî em nikarin derdê xwe ji mirovan re bibêjin. Wekî ku dikandar fiyetan biha dikin nêz dibin û bertek nîşan didin. Niha wer xuya ye ne pêkan e rewşa aboriyê baş bibe. Ji bo başbûnê wexteke dirêj divê. Ji lew re her diçe hêza kirînê ya mirovan kêm dibe. Ê me esnafan jî hêza me ya kirînê kêm bûye. Divê çareyek ji vê re bê dîtin. Ji bo pêşî li vê bê girtin liyaqat divê û divê pêşî li ber diziya li welêt bê girtin."    ‘MIROV JI BÊGAVÎ DIKANÊN XWE DIGIRIN'   Dikandar Rojhat Cûdî Yilmaz ê ji Erdexanê anî ziman ku mirov ji bêgavî dikanên xwe digirin û got ku bi taybetî salek e rewşa aboriyê pir xirab e. Yilmaz, wiha domand: "Hindik maye em marketa xwe bigirin û niha mirov dikanên xwe digirin. Marketeke me ya din jî hebû, lê ji ber rewşa aborî em ew girt. Gelek kesên di vî halî de hene. Li Tirkiyeyê rewşa dikandaran ne tu rewş e. Hêza kirînê ya gel nemaye û karê xwe tenê bi krediyên bankeyan dikin. Ji ber ku niha banke jî krediyan sînordar kiriye hema bibêje hêza kirînê nemaye. Êdî dest ji dawiya mehê berde, mirov difikirin ku dê rojane çawa debara xwe bikin. Her roj fiyet diguherin."    ‘EV KAR BI ÎNŞELE Û MAŞELEYAN BI RÊ VE NAÇE'   Ji dikandarên qersî Mûstafa Ozyacilar jî bibîr xist ku pirsgirêka aborî pirsgirêkeke mezin e û got: "Ji roja pandemiyê heya niha em zehmetiyê dikişînin. Jixwe hêz akirînê ya gel tune ye. Hin hevalên me bêyî sîftehê bikin dikanê digirtin. Esnafên Qersê pir zehmetiyê dikişînin. Hema bibêje her roj fiyet biha dibin. Gava benzîn biha dibe her tişt biha dibe. Li cihekî wekî Qersê ku sewlavanî lê zêde ye, lîtreya şîrê xav bi 15 TL'yan tê firotin. Her ku mesrefên vê zêde dibin, fiyet jî zêde dibin. Ev kar bi 'Înşeleh û maşelehan' bi rê ve naçe. Şerê Rûsya-Ûkraynayê çêdibe em nan bi fiyetekî biha dixwin. Şerê Îsraîl-Filistînê çêdibe em dinêrin li Tirkiyeyê dolar difire, fiyetê zêr û petrolê difir. Ji ber ku em welatekî girêdayî derve ne, li vê cîhanê çi biqewime, rasterast bandorê li vir dike. Kengî pêgirtîbûna bi derve re biqede, wê çaxê dê rihet bibe. Divê bi krediyên erzan piştgiriya dikandaran bê kirin."    Dikandar Med Tûncay jî destnîşan kir ku heya welat bi rêveberiyeke nekêrhatî bê birêvebirin dê ev rewş bidome û got: "Çavkaniyên vî welatî hene û hêza wê heye, lê ji ber rêveberiyeke bêxêr em ketine vî halî."    ‘ÇARE DEMOKRASÎ Û EDALET E'   Ji dikandarên qersî Erdal Înce jî diyar kir ku şert û merc îsal pir giran bûne û wiha axivî: "Hem enflayson hem jî fiyetên zexîre pir zêde ne. Mirov niha tenêd ifikirin ku dê çawa zexîre bikirin. Mirovek nikare bi montekî bi hezar lîreyan bikire. Ji dêvla bi vî pereyî mont bikire, diçe zexîre dikire. Rewşa me dikandaran nebaş e. Heqê kirê, deynê krediyan ketine ser hev. Hem gel hem dikandara perîşan bûne. Ger li Tirkiyeyê aborî wiha biçe, dê mirov nikaribin dikandariyê bikin. Bertekeke civakê ya li dijî vê bihabûnê tune ye û jiyaneke bêhêvî heye. Her tişt li ser hev çêbû. Ger desthilata heyî polîtîkayeke di warê demokrasî, edalet û hiqûqê de pêş ve nebe, ev rewş qethiyen dê rast nebe. Li welatekî ku hiqûq û edalet lê tune be dê aborî çaw abaş be?"