Li Wan û Edeneyê banga beşdariya 1’ê Gulanê hat kirin 2018-04-27 15:01:18 WAN/EDENE – Li Wan û Edeneyê ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bangewaziyên beşdariya mitîngan hatin kirin.    Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfedarasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarê ya Tirk (TMMOB) ên Wanê dê bi şîara “Ji bo Tirkiyeyek demorkatîk û aştiyane em biçin 1’ê Gulanê” dê mitîng li dar bixn. Ji bo beşdariya mitîngê bi civîna çapemeniyê bang hat kirin. Civîn li avahiya KESK’ê  pêk hat û nûnerên saziyan beşdar bûn.    ‘EM Ê LI DIJÎ OHAL’Ê DENGÊ XWE BILIND BIKIN’    Berdevka Demê ya Platforma Şaxan a KESK’ê ya Wanê Seher Kadîroglu Ataş daxuyanî da û diyar kir ku ew ê di 1’ê Gulanê de ked, aştî û demokrasiyê qîr bikin û got: “Em ê li dijî pêkanînên OHAL’ê dengê xwe bilind bikin. Em ê dengê bi sedhezaran kedkar û karkerên hatin îxrackirin biqîrin. Em ê mitînga xwe li Parka Musa Anter a Aştiyê pêk bînin û em hemû gelê xwe vedixwînin.”    EDENE    Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ya Edeneyê jî li avahiya Şaxa Egîtîm Senê civîn l dar xist û banga tev li bûna mitînga 1’ê Gulanê ya dê li Qada Ugur Mumcu pêk bê kir. Serokê Komîteya Amadekar Muzaffer Yuksel axivî û xwest hemû kesê li dijî hemû neheqiyên li ser karker û kedkaran berê xwe bide qadên 1’ê Gulanê.