Sewalvan: Ceh nîne ku em bidin heywanan 2023-10-12 09:04:15   WAN - Sewalvanan diyar kir ku ji ber bihabûna fiyetê êm û kayê dixisirin û sewalvanî hatiye asta qedandinê.    Li Wanê ku di warê pez de li Tirkiyeyê di rêzên ewil de ye, sewalvan ji ber bihabûna fiyetê êm û kayê zehmetiyê dikişînin. Metîn Aslan anî ziman ku ji ber krîza aborî maliyet zêde bûne. Aslan da zanîn ku tona kayê bûye 7 hezara û wiha got: "Zivistanê heywanek tenê tonekî ka dixwe. Her wiha fiyetê mazotê jî çûye hey çûye. Havînan cihekî ku em heywanên xwe lê biçêrînint une ye. Ji ber zêdebûna maliyetan em sewalvan qeznec nakin. Em dixisirin. Êdî bazirgan nayên. Niha ger em bixwazin du mihan bibin Elbakê em ê 2 hezar heqê neqliyeyê bidin."    ‘MIROV KOÇ DIKIN'   Ridvan Işik jî anî ziman ku ew hatiye asta ku dest ji sewalvaniyê berde û got ku hem sewalvan hem jî kirîger perîşan bûne. Işik destnîşan kir ku fiyetên ka, ceh û êm pir biha ne û got: "Tu qîmeteke pereyê tirkî nemaye. Mirov êdî nikarin nên bibin mala xwe. Ger em bixwazin heywanan bişînin derve, dewlet doza gelek ewraqan dike. Lê ew ewraq li cem me tune ne. Rewşa bazarê qet nebaş e, êdî em nikarin bazirganiyê bikin. Ji ber vê mirov koçî bajarên rojavayê dikin."    ‘CEH TUNE YE EM BIDIN HEYWANAN'   Ji sewalvanan Reşît Hatîpoglû jî anî ziman ku bêyî tiştek di dest wan de bimîne detsvala vedigerin malê û wiha got: "Em serê sibehêt ên, heya êvarî li vê kuçeyê disekinin. Lê bêyî em heywanan bifiroşin em vedigerin malê. Fiyetê ceh û genim pir biha bûne. Ji ber zêdebûna mesrefan heywanên me di dest me de man. Vê zivistanê êm û cehê me yê ku em bidin heywanan tune ye. Berê karê me pir baş bû, beriya krîzê me karibû heywanan bikire û bifiroşe, lê îsal hema bibêje sewalvanî hatiye asta qedandinê."    Sewalvan Abdûrrahman Yildirim jî anî ziman ku ji ber bihabûna fiyetê sotemeniyê û krîza aborî sektroa sewalvaniyê hatiye asta qedandinê û wiha axivî: "Pêşiya me zivistan e, lê fiyetê êm, ceh û kayê pir biha ye. Ji heywanan tu tişt ji min re namîne. Timd ixisirim. Lê dîsa jî em ji mecbûrî dikin."   'BERPIRSÊ KRÎZÊ ERDOGAN E'   Ji sewalvanan Halît Can jî polîtîkayên aboriyê yên Serkkomar Tayyîp Erdogan rexne kirin û got: "Ma misilman çav berdide mafê misilmanan? LÊ ev li vî welatî wtê kirin. Tu tişt nehişt, her tiştîd ifiroşe. Em êdî nikarin bazirganiyêb ikin. Gava em rabin heywanên xwe bibin cihekî din heqê neqliyeyê 30 hezar TL ye û gava em şivanekî bigirin meha wî 25 hezar TLye. Ma ez ew qas pere qezenc dikim? Ez ê çawa ji bin vî barî rabim? Tekane berpirsê vê krîzê Erdogan e."