Li Enqereyê di madenê de hezaz çêbû: 15 kes birîndar bûn 2023-10-05 13:05:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Enqereyê di madeneke komirê de hezaz çêbû û 15 karker birîndar bûn.    Li kana madena komirê ya li navçeya Beypazari ya Enqereyê de hezaz çêbû. Walîtiya Enqereyê têkildarî hezazê daxuyanî da û got ku 15 karkerên madenê sivik birîndar bûne. Walîtiyê got ku 3 karker li nexweşxaneyê di bin çavdêriya wan de ne.