Ên çav li fiyetan dikevin vedigerin: Êdî kes nikare penêrê bi sîrik bikire 2023-09-26 09:07:52 WAN - Li Wanê ku her diçe hejmara pez kêm dibe, kirîna penêrê sîrik jî kêm dibe. Wanî ji ber bihabûna fiyetan bi gilî û gazinc in.    Li Wanê ku di warê pez de di rêzên ewil de ye, li gor salên borî her diçe hilberîna şîr û penîr kêm dibe. Ji ber krîza aborî, hişkesalş, qedexekirina zozanan û bihabûna fiyetê êm û kayê fiyetên penêr jî her diçe zêde dibe. Penîrê bi sîrik ku niha kîloya wî di navbera 180-250 TL'yî de tê firotin, tê gotin dê di zivistanê de bibe 300 TL.    Hem esnafên Çarşiya Penêrfiroşan hem jî kirîger ji ber fiyetan nerazî ne.    Ji esnafan HAsan Ayan, diyar kir ku di payizê de ne lê hê jî fiyetê penêr kêm nebûye û got: "Ên tên vir bi piranî derdoreke xizan e. Mixabin penêr ku bivênevêya sifreya xizanan e, êdî nayê kirîn. Di vê demsalê de jî fiyet di navbera 180-250 TL'yî de ye. Penêrê ku berê xwarina feqîran bû, niha bûye ya zengînan. Her wiha fiyetê keşk, poxîn û hingiv jî li gor berê ji sedî sed biha bûne. Kesekî ku berê ji bo mala xwe sed kîlo penêr distend, niha ancax 20 kîloyî distîne. Her diçe karê me kêm dibe û em nizanin dê dawî çawa be. Berê min 10 ton penêr difirot, lê niha ez ancax salê 5 ton penêr difiroşim."    JI EDENEYÊ HAT, DESTVALA VEGERIYA   Omer Kapalik ku ji bo penêr hatiye çarşiyê, ev tişt gotin: "Ez ji bo penêr ji Edeneyê hatim vir, lê ji ber fiyetan nikarim nêzî dezgehan bibim. Fiyet firiyane. Par van çaxan fiyetê penêr di navbera 80-120 lîreyî de bû. Lê niha di navbera 180-250 TL'yî de ye. Par min 80 kîlo penêr stend, lê îsal ji ber fiyetan nikarim bikirim."    Ji kirîgeran Farûk Aslan jî destnîşan kir ku ji ber bihabûnê kes nikare penêr bikire û got: "Min bi 130 lîreyî 2 kîlo penêr stend. Ez ancax dikarim ev qasî bikirim. Berê me kûp bi kûp dikirî, lê îsal em bi xiraman dikirin. Divê ev rewş bê başkirin. Ji lew re mirov nikarin debara xwe bikin."    Ji esnafan Mûstafa Karakoyûn jî diyar kir ku berê penêrê herî baş bi 100 lîreyî dikirîn, lê niha kîloya penêr çûye 250 TL'yî û got ku ji ber vê em nedikarin bifiroşin ne jî mirov dikarin bikirin.