DFG ji bo piştevaniyê çû serdana xebatkarên Sputnîkê 2023-09-24 14:32:01   STENBOL - DFG, bi mebesta piştevaniyê çû serdana xebatkarên Sputnîkê yên di çalakiya greva birçîbûnê de.    Greva xebatkarên Buroya Turkiyeyê ya Sputnîkê ku ji bo mafên xwe li Şîşliyê dabûn destpêkirin, di roja 39’an de berdewam dike. Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan û rêveberê komeleyê Mehmet Alî Ertaş, ji bo piştevaniya bi xebatkarên di çalakiyê de çûn serdana wan. Altan û Ertaş ji hêla Nûnerê Kargehê yê Sputnîkê Nejdet Eksîlmez û xebatkarên Sputnîkê ve hatin pêşwazîkirin.    ‘DIVÊ PIŞTEVANIYÊ WERE MEZINKIRIN’    Hevserokê DFG’ê Serdar Altan di serdanê de axivî û wiha got: “Em li gel xebatkarên di grevê de ne. Rojnamegeran mehkûmî birçîtiyê dikin. Hem rêveber hem jî patron vê yekê dikin. Ev yek jî bi xwe re pirsgirêkên cidî tîne. Bêguman divê ev demek beriya demekî bi dawî bibin. Lê mixabin rastiya hiqûqê destûrê nade vê. Ji ber vê yekê divê piştevaniya li vê derê bê mezinkirin.”