Esnafên bazarê: Tu tehma kar nemaye 2018-04-25 11:48:40 MÊRSÎN - Her ku krîza aborê zêde dibe, bûhayê amûran jî zêde dibe. Esnafên bazarê, diyar kirin ku ew nikarin berhemên xwe bifiroşiin û gotin: “Êdî tehma kar nemaye.” Her ku krîza aborî mezin dibe, şert û mercên dikandarên biçûk jî giran dibe.  Esnafên bazara semtên navçeyên Toroslar û Akdenîza Mêrsînê, diyar kirin ku ji ber bûhabûna amûran, nikarin hilberîn û amûrên xwe bifiroşin.     ‘KAR XERABE’   Nacî Înan, anîn ziman ku nêzî 10 salane karê bazarê dike û wiha axivî: “Her sal berhem giran dibin. Ji ber vê em nikarin bifiroşin. Kurtû kêmasî karê me pir xerab bûye û em kar nakin. Em dezgeha xwe datînin, em wisan jî radikin.”    ‘MÜŞTERİLER ELİ BOŞ DÖNÜYOR’    Hasan Aslan ê 11 salin di bazarê de dixebite jî, diyar kir ku her diçe tu girîngiya bazarvaniyê namîne. Her tişt giran bûye. Welatî dest vale vedigerin. Îro ne tenê sektora bazar, hemû sektor ji ber krîza aborî bi bandor dibin.    Yunus Çetîn jî, da zanîn ku hemû beşên civakê dinava krîzê dene û wiha bilêv kir: “Divê demildest ji bo krîza aborî rabe, bikevin nava tevgerê. Berî her tiştî divê pêdiviyên mirovan derbas bikin û dawî li vê krîzê bînin.”