Karkerê di bin hesinan de ma jiyana xwe ji dest da 2023-09-19 11:10:28   SEMSÛR - Li Semsûrê karker Huseyîn Çalişir ê hesin ketiye ser, jiyana xwe ji dest da.    Dema ajokarê TIR'ê Huseyîn Çalişir di înşeatên avahiyên Îndere (Zey) de ku li navenda Semsûrê ne, dixebîtî hesin ketin ser. Çalişir ê ku di bin hesinan de ma, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Çalişir ji bo karûbarên otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.