KESK: Em ê li dijî pergala hewl dide fatûreya krîzê li kedkaran bibire têbikoşin 2023-08-10 15:17:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl da zanîn ku li ser maseyên TÎS’ê ji mafên xwe yên şexsî bêpar tên hiştin û wiha got: “Em ê li dijî pergala ku hewl dide fatûreya krîzê bo kedkaran bibire têbikoşin.”    Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Mêrsînê, têkildarî daxwazên xwe yên Peymana Kar a Komî (TÎS) li Parka Ozgur Çocukê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên “Ji bo jiyaneke mirovane qanûna sendîkayê ya bi TÎS’î û bigrev” û “Reqem derew xizanî rastî ye” hatibûn vekirin. Her wiha girseyê dirûşma “Kedkar dê ji AKP’ê hesabê bipirsin” berz kirin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan, Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl, endamê MYK’a Egîtîm Senê Sînan Mûşlû, hevserok û rêveberên HDP’a Mêrsînê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Mêrsînê Mahmût Sumbul di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Îktîdarê bi pereyê li mûçeyan zêde kirî re kedkar û teqawid terkî hejariyê kir. Îktîdarê got ku mûçeyê herî kêm ê kedkarê cemaweriyê dê bibe 22 hezar lîre lê ev tenê di gotinê de ma. Weke KESK’ê me li ser maseya TÎS’ê daxwazên xwe anîn ziman. Me xwest ku heqdestekî bingehîn bê diyarkirin. Li vî welatî daxwaza li ser sînorê xizaniyê jî weke daxwazeke zêde tê dîtin. Êdî mirov nikare tiştekî bibêje. Daxwazên me daxwazên biçûk in û ji bo jiyaneke mirovan e.”    DAXWAZ   Sumbul daxwaz wiha rêz kir: “Divê dema mûçe tên zêdekirin ne daneyên TUÎK’ê yên derew lê sînorê xizaniyê esas were girtin. Di vê çarçoveyê de jî divê mûçeyê ku îktîdara heyî weke ‘mûçeyê herî kêm’ pênase dike li gorî malbateke ji 4 kesan pêk tê bi ser sînorê xizaniyê re be. Anku em dixwazin bi çileya 2024’an re derkeve 45 hezar lîreyan. Em dixwazin di bacê de edalet hebe, bacên neyekser bên kêmkirin, baca serwetê bê anîn, mehane 3 hezar û 325 lîre alîkariya xwarinê were dayîn, ji bo hemû kedkarên cemaweriyê salê du caran kêmtirîn mûçe weke îkramiye were dayîn, bi kîjan tê pênasekirin bila bê pênasekirin lê divê pereyê lêzêdekirî li mûçeyên me bê zêdekirin. Heta ku kreşên cemaweriyê yên bêpere tên vekirin, divê ji bo hemû zarokên temenê wan di navbera 0-6’ê de 5 hezar lîre alîkariya kreşê were dayîn, divê mûçeyên teqawidbûyan li gorî sînorê xizaniyê were zêdekirin, ji bo hemû kedkarên cemaweriyê bi bihayê 50 metre kup gaza xwezayî alîkariya sotemeniyê were kirin, kesên bi awayekî keyfî bi OHAL-KHK’an ji kar hatine derxistin dîsa li peywira xwe vegerin, hemû mafên wan ên hatine xwarin dîsa lê werin vegerandin û qanûna Lêpirsîna Ewlekariyê û Lêkolîna Arşîvê were betalkirin.”    ‘EM JI VÊ PERGALÊ RE BIBÊJIN ÊDÎ BES E’    Piştre jî Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl axivî. Yeşîl, bal kişand ser sepanên antîdemokratîk ên li ser maseya TÎS’ê yên di 6 serdemên berê de û wiha domand: “Ev bû 6 serdem ku kedkar ji mafên xwe yên şexsî bêpar hatine hiştin. Me di vê serdemê de li ser maseyê got ku qanûn beriya mafan tên û daxwazên xwe amade kirin. Em ê her tim daxwazên kedkarên cemaweriyê li ser maseyê bînin ziman. Li dijî rejîma heqdestê ya nû me daxwazên xwe yên însanî anîn ziman. Em ê li dijî rejîma dixwaze fatûreya krîza aborî bi kedkaran bide birîn têbikoşin. Em li vir bangî hikûmetê dikin; em ê dev ji têkoşîna xwe ya wekheviyê bernedin. Wer in em bi hev re ji vê pergalê re biêjin bes e.”    ‘BI NANÊ ME NELÎZIN’    Sekreterê Giştî yê KESK’ê Şenol Koksal jî di çalakiya li pêşiya Defterdariya Antalyayê de axivî û hem îktîdar hem jî sendîkaya alîgir hişyar kir. Koksal, got ku jiyan li gorî daneyên TUÎK’ê naherike û wiha bang kir: “Bi pariyê nanê me nelizîn.”    LI GELEK BAJARAN DAXUYANÎ HATIN DAYÎN    Têkildarî heman mijarê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Îzmîrê li pêşiya Serbijîşktiya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ataturkê; Platforma Şaxan a KESK’a Wanê li pêşiya avahiya Aydin Perîhanê; Platforma Şaxan a KESK’a Şirnexê û sendîkayên girêdayî wê li pêşiya Midûriyeta Tenduristiyê ya Baijar; Platforma Şaxan a KESK’a Semsûrê jî li Qada Jiyanê ya Konteynir a KESK’ê daxuyanî da.