Esnafên Bazara Rûsê yeko yeko dikanên xwe digirin 2018-04-21 09:19:50   WAN – Esnafên Bazara Rûs ji ber krîza aborî ditengijin. Di sala dawî de herî kêm 25 esnafên bazarê dikanên xwe girtin û yên mayî jî ji bo dikanên xwe negirin li ber xwe didin.    Krîza aborî ya ku AKP dibe sedema wê her diçe berbelavtir dibe. Li Wanê yek ji cihên herî qelebalix Bazara Rûs e, lê belê ji ber krîza aborî esnafên bazarê yeko yeko dikanên xwe digirin. Di sala dawî de herî kêm 25 esnafên bazarê ji ber krîza aborî dikanên xwe girtin û yên mayî jî ji bo negirin li ber xwe didin.    ‘DOLAR ZÊDE BÛ BER BIHA BÛN’    Esnafê Bazara Rûsê Yûsûf cengîz, diyar kir ku ew berên xwe bi dolar dikirin, ji ber vê yekê dema dolar zêde dibe bandorê li wan dike. Cengîz destnîşan kir ku bazar westdar e. Cengîz diyar kir ku dema îranî tên bazar geş dibe, lê belê îsal turîstên îranî zêde nehatine. Cengîz, anî ziman ku nemaze zêdebûna dolar fiyetê malên wan jî zêdetir dike û hêza kirine kêmtir dibe. Cengîz, got şerê heyî bandorê li dolar û li wan dike.    ‘DOLAR ZÊDE BÛ, MAZOT BIHA YE, KAR TUNE YE’    Serokê Kooperatîfa Kargehên Giştî û esnafê Bazara Rûsê Şehmûz Dûman jî, diyar kir ku hema bêje li bazarê kar nemaye. Dûman, anî ziman ku dolar zêde bûye, mazot biha bûye û kar tune ye. Dûman, destnîşan kir ku bi ser girtina deriye sînor jî, rewşa esnafan xirabtir kir. Dûman, bi lêv kir ku hikûmet bazirganiya sînor asteng dike û got: “Li vî bajarî kar bi sewalvanî û bazirganiya sînor dibe. Lê nahêlin em berên ku ji sînor tên bifiroşin. Hemû sînor girtin. Deriyên sînor Kapikoy, Esendere hatin girtin. Gel êdî nikare tu karî jî bike, perişan bûye.” Dûman, diyar kir ku berê karê wan bi saya îraniyan dibû, lê belê niha ew heqê deriye sînor ku 20 lîre bû niha bûye 220 lîre û ji ber vê îranî nayên.    Esnaf Cîhat Bozdogan jî, diyar kir ku 2 sal in rewşa esnafê Wanê ne tu rewş e. Bozdogan, diyar kir ku zêdebûna dolar û nediyariya rewşa aboriyê zêde bandorê li wan dike. Bozdogan, anî ziman ku li gorî berê ji sedî 90 karê wan kêm bûye û hema bêje dawiya mehê ew nikarin heqê kirêya xwe bidin. Bozdogan, bi bîr xist ku berê esnafan her hefte bi qamyonan mal dadixist û got: “Wê çaxê karê me baş bû, lê niha ne wisa ye.” Bozdogan, diyar kir ku malê ku berê wan bi lîreyekê dikirî, niha bi 10 lîreyan dikirin û ev yek bandorê li firotinê dike. Bozdogan, diyar kir ku berê wan ji sînorê Îranê qamyonek mal dianî, lê belê niha ew nikarin poşetekî jî bînin.    Serokê Kooperatîfa Kargehên Giştî ya Guvenê û esnafê Bazara Rûsê Osman Encu, diyar kir ku 28 salin ew li vir esnaf e, lê belê bi qasî îsal wan tengasî nedîtiye. Encu diyar kir ku 65 esnaf girêdayî kooperatîfa wan in û bi rastî jî niha rewşa esnafan ne tu rewş e. Esncu, destnîşan kir ku 28 salin ew esnaf e, lê belê îro 4 rojin wî hîn serfetih nekiriye.    ‘JI 65 DIKANAN 25 JÊ HATIN GIRTIN’    Encu, bi lêv kir ku berê wan 20 rojê carekî qamyonek mal ji Bazîdê dianî û wan di 20 rojî de hemû eşya difirotin. Encu, diyar kir ku lê belê 2 salin wan qamyonek eşya nekiriye û got: “Çimkî bi gel re tune ye ku bikire. Îro em çend perçe eşya tînin, lê ew jî di dest me de dimînin. Niha li bazarê ji 65 esnafan 25 jê girtin. Lêçûna kooperatîfa me 19 hezar lîre ye. Ji ber em nikarin vî pereyî derxînin, 8 hezar lîreyî ji bêrîka xwe didim. Êdî em nikarin heqê notirvanê kooperatîfê jî bidin. Esnaf dikanên xwe digirin û diçin li malên xwe rûdinên. Esnaf perîşan bûne.”    Esnaf Şakîr Cenk, diyar kir ku zivistanê karê wan başti re û got: “Dolar zêde dibe. Li Efrînê şer heye. Ev rewş zêde bandor li me dikin. Esnafan tu kar nekir. Hinan jê dikanên xwe dewr kir, hinan jê girtrin û çûn. Eger rewş ev be, em ê jî biçin.”    MA / Mujdat Can – Mahmut Ruvanas