Li Mêrdîn û Şirnexê zem li avê hate kirin 2023-07-13 10:38:18 MÊRDÎN/ŞIRNEX - Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye û Şaredariya Şirnexê ya AKP’î ji sedî sed zem li avê kirin.    Li Mêrdîn û Şirnexê li avê ji sedî sed zem hate kirin. Îdareya Av û Qenalîzasyonê ya Mêrdînê (MARSU) ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, li av û berşoyê zemeke zêde kir. Biryar, ji hêla “Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê” ve hate dayîn ku li şûna Meclisa Şaredariyê hatiye avakirin û ji memûran pêk tê. Civînên Lijneya Giştî ya MARSU’yê di mehên gulan û mijdarê de tên lidarxistin lê balkêşe ku ev civîn di van mehan de nehat lidarxistin.    JI SEDÎ 78 Û 82 ZEM HATE KIRIN   Bi biryara nû re ji bo qedemeya yekemîn a heta 15 metrekupê ya ava malan ji sedî 63, ji bo qedemeya duyemîn ku ji 16 metrekupan zêdetire ji sedî 78 zem hate kirin. Ji bo av û berşoyên ticaretxaneyan jî ji sedî 70 zem hate kirin. Di heman demê de ji bo ava li gundan jî ji sedî 82 zem hate kirin.    Bi terîfeya nû re êdî bihayê 15 metrekupên avê yên li malan tên bikaranîn ji 5 TL û 40 qirûşan derket 8 TL û 80’ê qirûşan, bihayê berşoyê jî ji 2 TL û 70 qirûşan derket 4 TL û 40 qirûşan. Bi vê yekê re bihayê metrekupa avê ya li malan derket 13 TL û 20 qirûşan.    Ji bo cihên ku bi ser 16 metrekupan bi kar tînin jî bihayê metrekûpa avê ji 6 TL û 75 qirûşan derket 12 TL'ya’, bihayê berşoyê jî ji 3 TL û 37 qirûşan derket 6 TL’an. Bi vê yekê re ji bo qedemeya duyemîn bi giştî bihayê avê bû 18 TL.    JI BO AVA PÎŞESAZÎ Û TICARETXANEYAN TERÎFE    Ji bo ticaretxane û pîşesaziyan bihayê av û berşoyê ji 14 TL û 58 qirûşan derket 24 TL û 75 qirûşan. Li înşaet û şantiyeyan jî bihayê wê ji 12 TL’an derket 20 TL û 40 qirûşan. Li daîreyên fermî bihayê wê ji 12 TL û 15 qirûşan derket 19 TL û 80 qirûşan.    JI BO AVA BI TANKERAN TÊ VEGUHESTIN JÎ ZEM KIRIN   Li gundan, metrekupa avê ji 2 TL û 53 qirûşan derket 4 TL û 50 qirûşan. Ji bo şexsên taybet û hukmî ku av bi tankeran tê veguhestin, metrekupa avê ji, 8 TL û 10 qirûşan derket 13 TL û 20 qirûşan.    ŞIRNEX: HDP’IYAN ÎTÎRAZ KIRIN   Yek ji bajarên din ên di vê mehê de ji bo avê zem hatiye kirin jî Şirnex e. Şaredariya Şirnexê ya AKP’î jî tevî reda endamên HDP’î jî li avê zem kir. Şaredariyê heqê avê yê ji bo kargeh û pîşesaziyan ji 7 TL û 80 qirûşan derxist 12 TL’yan, ya daîreyên fermî ji 6 TL û 45 qirûşan derxist 12 TL’an. Bihayê ava ji bo bax û bostanan tê bikaranîn jî ji 7 TL û 80 qirûşan derxist 13 TL’an. Terîfeya aboneyên demkî jî ji 9 TL û 30 qirûşan derxistin 13 TL’an.    PARTIYA ÇEPÊN KESK BERTEK NÎŞAN DA    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê M. Zekî Îrmez li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal bertek nîşanî zema hatiye kirin da û got ku tevî nerazîbûna endamên meclisê yên HDP’î jî Şaredariya Şirnexê ya AKP’î ji sedî 60-100 zem kiriye.