Rewşa aborî, serdema Ecevît bi bîr dixe 2017-10-11 09:10:56 WAN – Ji ber krîza vîzeyê ya di navberaTirkiye û DYA’yê de bi derbekê re Dolar firiya. Ji ber vê zêdebûnê esnafên komirê pir xisirîn. Esnafan wiha got: “Krîza di serdema Bulent Ecevit de hat bîra me.”  Piştî rûdana krîza vîzeyê ya di navbera Tirkiye û DYA’yê de bi derbekê re Dolar firiye. Ji ber zêdebûna dolar komirvan ku li gor Dolar dixebitin pir xisirîn. Serokê Sîteya Komirvanan a Wanê Hasan Seyhan, diyar kir ku heke rewş wisa bidome dê esnafên mayî jî derabeyên dikanên xwe deynin û divê rayedar ji bo vê rewşê tiştekî bikin. Seyhan, got ku her diçe rewşa esnafan xerabtir dibe.    'JI SERDEMA BULENT ECEVÎT XERABTIR E’    Ahmet Seyhan ku 20 sal in li sîteyê esnaftiyê dike ev tişt gotin: “Heta 2 sal berê jî karê me baş bû. Dolar tesîreke zêde li me dike. Em komirê bi Dolar dikirin, bi TL difiroşin. Yanî dema Dolar zêde bibe, tê wateya ku em zirarê dikin. Me sala çûyîn 258 hezar ferqa kura dowîzî da. Tiştê ku em qezenc dikin, ji ber zêdebûna Dolar diçe. Yanî Dolar di nav saetekê de hemû qezenca me dibe. Kes bawer nake ku em komirê bi Dolar dikirin û bi TL difiroşin. Hin mişterî ji me re dibêjin ‘Ma qey em li Amerîka dijîn?’ Em li Amerîkayê najîn, lê em bi Dolar dixebitin. Yanî her diçe karê me kêm dibe.”    ‘DEMA DOLAR ZÊDE BIBE BUHAYÊ KOMIRÊ JÎ ZÊDE DIBE’    Selahattin Ozer ku ji sala 1996’an ve komirê dikire û difiroşe wiha got: “Zêdebûna Dolar zêde bandorê li me dike. Ji ber ku firotina me girêdayî Dolar e, hema bêje di her kêliyê de buhayê komirê diguhere. Me roja yekşemê tona komirê bi hezar lîreyî difirot, lê niha em bi hezar û 50 lîreyî difiroşin. Belkî du sê roj şûnde zêdetir jî bibe. Me ewil bi 900 lîreyî difirot. Ji ber ku ji komirê zêde qezenc nakim, karê neqliyeyê jî dikim. Çimkî di van şert û mercan de tenê bi firotina komirê ez nikarim debara malbata xwe bikim.”     ‘MIN 25 HEZAR XISAR KIR’    Esnaf Fehim Yakut jî, anî ziman ku ji 1997’an ve ew karê komirê dike û wiha got: “Îro ji ber ku em nikarin serî di ber Dolar derxînin, nikarim heqê 3 xebatkaran jî bidim. Her ku diçe rewşa me xerabtir dibe. Min îsal bi 200 hezar Dolarî komir kirî. Roja yekşemê Dolar ji nişkave zêde bû û ji ber vê zêdebûnê 25 hezar lîre xisirîm. Êdî nizanim ez ê çi bikim.”    Serokê sîteyê Hasan Seyhan jî, anî ziman ku heta du sê sal berê jî 62 endamên wan hebûn, lê belê niha tenê 35 endamên wan mane. Seyhan wiha got: “Ji ber nebûna kar hejmara endamên me jî her ku diçe kêmtir dibe. Sektora komirê kêm dike. Ji ber vê hinan jê dev jê berda, hin kesan jî îflas kir. Heta du sê sal berê jî karê me baş bû. Lê niha hema bêje ji sedî 50 ketiye. Bi zêdebûna Dolar re, 3 mehên dawî me di warê neqliyeyê û komirê de serê tonê 220 hezar lire zirar kiriye. Ji ber vê krîza bi DYA’yê re em zaf xisirîn.”