Zem li mazotê hate kirin 2023-07-06 09:32:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo lîtreya mazotê 87 qirûş zem hate kirin.   Lîreyê tirk her ku diçe li hemberî dolar bêhtir bêqîmet dibe û ev yek jî bandoreke mezin li ser bihayê sotemeniyê dike. Di 4'ê tîrmehê de ji bo benzînê 2 lîre û 11 qirûş zem hatibû kirin. Îro jî ji bo lîtreya benzînê 87 qirûşên din zem hate kirin. Piştî zeman, li rexa Ewropayê ya Stenbola bihayê lîtreya mazotê bû 24.79 lîre, li Enqereyê bû 25.52 lîre, li Îzmîrê bû 25.37 lîre, li Edeneyê bû 25.65 lîre, li Bûrsayê bû 25.28 lîre û li Amedê jî bû derdora 25.92 lîre.