DÎSK derket qadan: Li ser Şopa Hezîranê xelasî di destên me de ye 2023-06-15 15:59:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên DÎSK’ê yên di salvegera 53’yemîn a berxwedana 15-16’ê Hezîranê de ji bo mafên xwe derketin qadan wiha gotin: “Beriya 53 salan û piştî 53 salan jî xelasî di yekitiya me de ye, xelasî di têkoşîna me ya hevpar, di destên me de ye.”   Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) bi boneya salvegera 53’yemîn a berxwedana 15-16’ê hezîranê ku yek ji çalakiya karkeran a herî mezin a dîroka Tirkiyeyê ye, li gelek bajaran daxuyanî da çapemeniyê.    ÎZMÎR   Nûnertiya DÎSK’ê ya Herêma Egeyê li ber Sumerbanka Kevin a Konakê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiya ku pankarta “15-16’ê Hezîrana 1970. Li ser şopa hezîranê, xelasî di destê me de ye” hate vekirin de dirûşmeyên “Em ê teslîmî taritiyê nebin” , “Bijî berxwedana 15-16’ê hezîranê” hate berzkirin. Ji bilî nûnerên sendîkayên girêdayî DÎSK’ê parlamentera Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk û nûnerên partiyên siyasî yên li bajêr û bi dehan karker beşdar bûn.    Nûnerê DÎSK’ê yê Herêma Egeyê Memîş Sari, diyar kir ku çîna karkeran a beriya 53 salan ji bo mafên xwe yên sendîkayî rabûn ser piyan îro jî ji bo xwedî li mafên xwe derkevin neçarin bibin yek û têbikoşin.    STENBOL    DÎSK’ê li Stenbolê jî li Parka Yogûrtçû ya Kadikoyê daxuyanî da çapemeniyê. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû û gelek nûnerên sendîkayê beşdar bûn. Di daxuyaniya pankarta “15-16’ê hezîrana 1970’ê ya Navdar. Li ser şopa Hezîranê xelasî di destên me de ye” hate vekirin de dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê qezenc bikin” û “Bijî berxwedana me ya 15 û 16’ê Hezîranê” hatin berzkirin. Di daxuyaniya ku ji bo karkerên jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin de Sekreterê Giştî yê DÎSK’ê Adnan Serdaroglû axivî. Serdaroglû, destnîşan kir ku yek ji 10 welatên cîhanê yên mafên sendîkayê lê herî xerab welatê me ye û wiha got: “Ji ber vê yekê divê em rêxistinkirina xwe mezin bikin, yekitiya xwe xurt bikin û têkoşîna xwe bilind bikin. Çîna karkeran a beriya 53 salan ji bo mafên xwe rabûye ser piyan neçare îro jî ji bo li mafên xwe xwedî derkevin bibin yek û têbikoşin û serbikeve. Beriya 53 salan û piştî 53 salan jî xelasî di yekitiya me de ye, xelasî di têkoşîna me ya hevpar, di destên me de ye.”   EDENE   Bi heman armancê Nûnertiya DÎSK’ê ya Herêma Çûkûrovayê li Parka Heykellî daxuyanî da. Nûnerê DÎSK’ê yê Çûkûrovayê Huseyîn Yaşar Gundogdû yê di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku karkerên ji bo mafên sendîkayî bedel dane di têkoşîna xwe de didin jiyîn.    MÊRSÎN    Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Cemaweriyê (KESK) ya Mêrsînê jî li Şaxa Egîtîm Sen a Mêrsînê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Tum Bel-Senê Mûstafa Ozbay ê di civînê de axivî diyar kir ku Tirkiye veguheriye welatê mûçeyên asgariyan û anî ziman ku ji her du kesan yek mahkumî muçeyê di bin sînorê birçîbûnê de hatiye kirin.