Karkarên înşeatê dîsa hatin binçavkirin 2023-06-15 13:56:35   STENBOL - Karkerên li Ataşehîre ji bo mafên xwe li ber xwe didin, roja çalakiya xwe ya 4’emîn de dîsa hatin binçavkirin.    Kedkarên înşeatê yên firmayên Koma Şîrketan a Îzomas û YDA’yê li pêşiya şantiyeya Navenda Fînansê ya Halkbankê ya li navçeya Ataşehîrê, bi pêşengtiya Sendîkaya Devrîmci Yapi, Înşaat û Rê (Dev Yapi Îş) dest bi çalakiyê kiribûn û di roja duyemîn a çalakiyê de hatin binçavkirin. Karkeran bi daxwaza tezmînata kidemê, ji ber keda zêde heqdestê xwe bistînin, ji bo mafê xwe yê bêhnvedanê û sîgortaya wan li ser mûçeya asgarî bê razandin, dest bi çalakiyê kiribûn. Çalakî li pêşiya Palladium AVM û Emlak Konutê di roja 4’emîn de berdewam dike. Gelek karkerên çalakger îro jî hatin binçavkirin.     Sekreterê Giştî yê Dev Yapı-Îşê Nîhat Demîr di çalakiyê de axivî û wiha got: “Derbarê karsazên ku her roj welêt talan dikin, heqdestê karkeran xesp dikin, keda karkeran dimêjin û çav berdidin tezmînata qidemên karkeran tu lêpirsîn nayên vekirin.” Demîr anî ziman ku ew ê van sepanên tên meşandin qebûl nekin û got: "Em vê zextê, tunekirinê, înkarkirinê qebûl nakin. Em ê keda karkeran ji van fîrmayan bistînin.”   Polîsan bi hinceta “Qedexeya çalakiyê” ya Qeymeqamtiya Ataşehîrê heye, karkeran dorpêç kirin. Tevî Demîr 6 kes hatin binçavkirin.