Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye 2023-06-10 10:38:26   MÊRDÎN - Tevî ku debra genim a li Deşta Mezopotamyayê bi awayekî berdar, dest pê kir cotkaran kêfxweş dike jî, bi îdîaya ku li embarên bi peyman ên TMO'yê cih nîne, genim nayê kirîn. Tê îdîakirin ku xwediyê depoyan bi xwe genim kiriye û firotiye TMO'yê.   Li Deşta Mezopotamyayê simbilan debra genim dest pê kir. Debra ji ber barînan berdar dest pê kir didome. Di rojên derbasbûyî de bihayên kirîna genim û cih ji aliyê Ofîsa Berhemên Çandiniyê (TMO) ve hatin ragihandin. Lê bihayên ku hatin aşkerekirin ji ber bihabûna dowîzan û zêdebûna lêçûnên têketinê hema hema heliyan.    Her wiha li Mêrdînê bi îdiaya di depoyên girêdayî Şîrketên Embarkirinê yên Lîsansî (LÎDAŞ) de cih tune ye û tu kirîn nayê kirin cotkar bi rewşeke zor re rûbirû dimînin.    Xwediyên depoyê yên TMO’yê pê re peyman îmzekiriye, daxwaza hiştina genim a di depoyan de bi hinceta ku cih di depoyan de tune ye qebûl nekir, xwediyên depoyan ku îdia kirin cih di depoyan de tune ye, genimê di destê cotkaran de bi bihayekî erzan dikirin.    GENIM LI ERDÊ MA   Yek ji cotkaran Mehmet Alî Yildirim, anî ziman ku debra li bendê bûn ne bi qasî jê hêvî dikir baş be jî bihayên hatin aşkerekirin lêçûnan pêşwazî nakin. Yildirim da zanîn ku biha “bihayê mirî ye” û ev tişt gotin: “Cotkar mirî ye. Tov, gübre, derman, ceyran, zekat, heqê avdanê, heqê çinînê hemû ji çandiniyê diçin. Dema ev hemû çûn di destê cotkar de çi dimîne. Cotkar 6 mehan xwe bi genim ve gire dide, hûn rewşa makîneyên çinînê dibînin. Ji xwe her tim ka derdikeve. Biha li gorî sala par weke ku tune ye. Kes genim nafiroşe. Genim hemû li erdê maye. Cotkar zirarê dibîne. Her tişt biha bûye. Cotkar qezenc nake.”   ENFLASYON JI SEDÎ 100, ZEM JI SEDÎ 24   Huseyîn Tatli yê ji bilî cotkariyê li bazara genim dikandariyê dike jî anî ziman ku debra genim baş e û wiha got: “Lê dema em rewşa cotkaran dinerin pirsgirêk pir in. Di nava vê de mazot heye, derman heye, her tişt heye. DEDAŞ heye, zilma ceyranê heye.” Tatli, anî ziman ku bihayên hatin aşkerekirin ne baş e û wiha berdewam kir: “Di nava van 3 rojan de lîreyê tirk 5 lîra erzantir bû. Li Tirkiyeyê ji sedî sed enflasyon heye lê zama ji bihayên genim re hatiye kirin jî ji sedî 24 e.”   BAZIRGAN ERZAN DIKIRIN Û BIHAYEKÎ ZÊDE DIFIROŞIN   Tatli, da zanîn ku pirsgireke din jî ew e ku tevî dewletê bihayên kirîna genim aşkere kirin jî cihê ku genim lê bê hiştin tune ye û wiha pê de çû: “Dewletê li herêma kurdistanê ji karsazên depoyên wan hene re peymanek îmze kiriye. Ev karsas li ser navê dewletê genim dikirin. An ku depoyên xwe didin kirê. Ev depoyên LÎDAŞ’ê ne. Ev kes jî ji bazirganan pêk tên. Dema genimî dibî cem van dibêjin di depoyên LÎDAŞ’ê de cih tune ye. Lê cih heye. Bi vî awayî berhemî ji cotkar erzan dikire û bi bihatir difiroşe dewletê. Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên li Qoserê jî ev e. Deynê cotkaran heye. Deynê wan ên gübre, derman, mazot, DEDAŞ’ê heye, mecbûrî dê bifiroşe. Yek tişta din jî dayîna heqî taloqî mehekê dikin. Hevalên me nasekinin ji ber ku deyndar in. Hem biha kêm e hem jî LÎDAŞ pêşiyê li cotkaran digire. Ez bawer dikim ku dewlet jî hevkarê vî karî ye.”   XWEDIYÊN DEPOYAN: DEPO BI GARISAN TIJÎ YE   Xwediyên depoyan ên em pê re axivîn îdiaya xwe ya ku di depoyan de cih nîne dubara kirin û anîn ziman ku di depoyan de garisê ji sala par mayî yê aydê TMO’yê heye. Xwediyên depoyan diyar kirin ku depo bi garis tejî ne û bi lêv kirin ku ji bo genim li depoyan bê bicihkirin divê garis ji depoyan bê derxistin.