Lîreyê tirkan her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe 2023-05-31 10:28:35 ENQERE - Di saetên ku piyasa girtî de dolar bi 20,77 lîreyan hate firotin û îro jî bi 20,66 lîreyan dest bi rojê kir.    Piştî ku Tayyîp Erdogan di hilbijartinê de bi ser ketî, lîreyê tirkan li hemberî dolar her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe. Di saetên êvarê ku li Tirkiyeyê piyasa girtî de dolar heta 20,77 lîreyan jî rabû. Îro di danê sibehê de jî dolar bi 20,66’an dest bi rojê kir. Dolar/TL beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê bi 19,58 lîreyan û beriya hilbijartina 28’ê Gulanê jî bi 19,97 lîreyan bû.    Di heman demê de euro/TL jî îro 0,49 rabû û derket 22,16 lîreyan.